• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Berham Salih li ser avakirina Kurdistan û têkiliyan axivî…

Berham Salih li ser avakirina Kurdistan û têkiliyan axivî…


barkirin: Gelarêzan 7, 2014, 1:09


 Berham Salih di hevdîtina Enistîtuya Rojhilata Navîn(MERI) de behsa pêşeroja herêmê kir û ev tişt anî ziman: “Divê kurd xwe ji bo pergala nû ya Rojhilata Navîn amade bikin û di rewşa heyî de em nikarin bibin dewlet û dema dewleta Kurdistanî nîne.”

Serokê berê yê hikumeta herêma Kurdistanê, Dr. Berham Salih di konferansa MERI’yê de bal kişand ser guhertinên li Rojhilata Navîn û wiha got: “Guhertinên li Yemen, Misir û Tûnisê didin nîşandan ku Rojhilata Navîn gelek guhertinan di xwe de dihewîne.

Divê em jî xwe ji bo pergala nû a herêmê amade bikin ji ber ku derfetek baş li pêş kurdan heye. Herçend kurd di şerê cîhanê yê yekemîn de zerer dîtibe jî lê cudahiya vê demê ew e ku di asta navneteweyî de hesabek cuda ji bo kurdan tê kirin. Di sala 2003’an de her kes wer difikirî ku wê kurd bibin bela serê Rojhilata Navîn lê belê di 11 salên bihurî de me îsbat kir ku kurd aştî û aramiyê dixwazin.”

ŞERVANÊN KOBANÊ

Salih berxwedana Kobanê jî bi nirxand û ev tişt got: “Şervanên kurd li Kobanê bi taybet keçên me bûne mînaka keçên azad û qehreman li cihanê û kurd li hemû cihanê xwe diparêzin, ne ji bo kesekî yan jî hêzên navneteweyî, dibe ku kurd axa xwe diparêzin. Armanca DAIŞ’ê hemû mirovatî têkbirine û em jî ji bo mirovatiyê şer dikin. nakokî û pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi dawî nabin û ger DAIŞ jî xilas bibe wê kurê DAIŞ’ê were.” Salih der barê dewleta kurd de jî wiha got: “Erkên me ji bo dema pêş mezinin û divê em wan bi cih bînin. Divê sedsala pêşiya me bibe sedsala kurdan. Dewleta Kurdistan xewn û xeyala me hemiyan e lê belê di rewşa heyî de em nikarin bibin dewlet. Hê hêzên pêşmerge du beşin û hê rewşa aborî ji me re pirsgirêkan diafirîne.”

TÊKILÎDAIYÎNA SIYASÎ

Salih bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîst e em rastiyan bibînin ku Rojhilata Navîn diheje û navenda vê hejînê jî Iraq e. Ger em têkiliyên xwe bi Bexdayê re têkuz bikin, baştire ji têklîkiyên di navbera Enqere û Tehranê de. Bêguman têkiliya bi wan re jî girîng e lê belê têkîliya bi Bexdayê re ji bo berjewendiyên me yên aborî, siyasî û ewlekarî baştir û girîngtir e. Nabe ku lihevrakêşandinên biçûk bikeve pêşiya armancên neteweyî. Em dixwazin gelê me gelên li Iraqê di nav aştiyê de bijî.”

Peywen KURDÎ / ROJNEWS

dîtin: 435

Pêveker:

berham salih li ser avakirina kurdistan û têkiliyan axivî