• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Berî 23 sala îro hatibû Şehîdkirin

Berî 23 sala îro hatibû Şehîdkirin


barkirin: Êlûn 20, 2015, 10:59


Têkoşer, Rewşenbîr, şoreşger, nivîskar û pira navbera Serhildanên Kurd Mûsa Enter (Anter) beriya bi 23 salan di 20 ê Îlona 1992 ê de li Amedê taxa Seyrantepe encama êrîşa çeteyek ji yê artêşa Tirk JITEM ê ve hate kuştin.

Rojnamevan Orhan Mîroglu jî jiber wê demê li gel Mûsa Enter bû birîndar bû.
Di salên pey re Abldukadir Aygan endamek ji yê çeteya JITEM ê mikur hat ku Mûsa Enter ji aliyê komeke JITEM ê ve hatiye kuştin ya ku ew bi xwe jî di navde.

KURTEJIYANA MÛSA ENTER

Sala bûyina Musa Anter nediyare lê belê di navbera sala 1915 hetanî 1918 an de li gundê Zivingê ya ser bi Nisêbînê hatiye dinê.  Beriya wî keçeke malê hebûye lê kurê destpêkê yê malê ye. Jiber xweziya dayina Kurekî, malbatê serdana Siltan Şêxmus kiribû. Jiber vê yekê jî navê wî di nasnamê de Şêxmus( Şeyhmus) tê lêkirin. Paşnavê wî jî Elmas e. Di nava demê de nav û Paşnavê xwe diguhere û Musa Anter lêdike. Nave bavê Wî Enter(Anter) navê dayika wî jî Feslê (Fasla) ye. Mûsa Enter (Anter) binemala xwe weha dibêje; ” Ji Êla Botî, milê Temikan, baskê Mihoteze, malbata Enter” in.

Zaroyên malê 5 xweh û birane.
Jiber nexweşketina bav dayika wî Feslê zarokan xwedî dike. Felsê bûye muxtarê gund. Bo vê yekê ew dixwaze ku Kurê wê Mûsa bixwîne da ku karibe di karê wergerê de arîkariya wê bike.

Dibistana seretayî û ya navîn li Mêrdînê dixwîne. Mûsa di dibistanê de jî jîr û jêhatîye.  Jiber serkeftina xwe dibistana ser ya navîn re li Edenê jêre derdikeve û diçe wira.

Di dema xwendevaniyê de, di betlaneya havînê de derbasî Rojavayê Kurdistan dibû û li wira li gel şoreşger, têkoşer û rewşenbîrên Kurd yên Rojava û yên ji bakur hatî diciviya.

Di van çuyîn û hatinên xwe de Kamuran Berdirxan, Osman Sebrî, Haco û  Emînê Ehmed dinase.

Li hel van hevrêyên xwe “Cemiyeta Rizgariya Kurdistan” ava dikin.

Binçaviya destpêkê di dema Serhildana Dersîm de dijiyê. Jiber ji dayka Mistefa Kemal, Zibeyda Xanimê re dijûna dide tête girtin. 45  rojî di bin çavan de dimîne.

Jiber kurê Enter Axa bû ji aliyê Mistefa Kemal ve tête bexşîn.

Sala 1941 ê diçe Sitenbolê û li vira Fakulteya Dadweriyê dixwîne lê parezvanî û dozgeriyê nake. Di sala 1959 ê de ji ber doza 49 an, di sala 1970 yî de Komeleyên Çandî yên Şoreşger yên Rojhilat, Sala 1980 yî dema 12 ê êlûnè jî jiber vegotina Kurdewarî hate girtin. Musa Anter ku sala 1934 ê cara yekem hatibû girtin tevde ji 11 sala bêhtir di zindanîbûn jiyan kir.

Mûsa Enter ji Kovarên Tewlo, Azadiye Welat,Rewşen û  Gündem re hertim nivîsî. Di sala 1988 ê de di partiya HEP ê de cih girt. Yek ji sazkarê MKM û Enstîtuya Kurdî ye.
 
Mûsa Anter xwedan 3 zaroke.
20 ê Êluna sala 1992 yê li amedê ji aliyê JITEM ê ve hate kuştin.

Berhemên Mûsa Enter;
Qimil( Kımıl), Birina Reş (Kara Yara), Kurdi- Turki Türkçe- Kürtçe sözlük Vaka-i Name, Tewlo, Çinaramın, Hatıralarım
 

Mûsa Enter kîye?

image
Wêne ji Arşîva Konê Reş.
Sala 1968 ê li gel malbata Bedirxaniyan li mala Mûsa Enter li Sitenbolê

dîtin: 287

Pêveker:

berî 23 sala îro hatibû Şehîdkirin