• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Beriya kuştinê xudama sexî ya Bexdadî bû

Beriya kuştinê xudama sexî ya Bexdadî bû


barkirin: Gelawêj 16, 2015, 10:22


hertist_1

 

Li gor medyayên cîhanî, xelîfeyê grûba Dewleta Îslamî (DAÎŞ)ê Ebûbekir Bexdadî, dîla Amerîkî ya di destê vê grûbê de Kayla Jean Mueller, beriya kuştina wê weke ”xudama cinsî” bikar aniye.
Malbata Mueller ji kanala ABC News a Amerîkî re gotine ku ji aliyê rayedarên Amerîkayê ji vê meselê hatine agahdar kirin.
Di raporteke vê kanalê de hatiye: Ebûbekir Bexdadî bi xwe ev keça 26 salî ku ji bo alikariya xelkê sivîl hatibû Sûriyê, di mala yek ji rêberên malî yên (DAÎŞ)ê bi navê Ebû Siyaf de bend kiriye. Tê îdîa kirin ku piştî vê meselê, xelîfeyê grûba Dewleta Îslamî (DAÎŞ)ê bi çendîn caran tecawuza cinsî li Muellerê kiriye. Ev yek ji aliyê rayedarên antî terora Amerîkayê ve hatiye piştrast kirin.
Ebû siyaf di meha nîsan a îsal de di encama oparasyona komandoyên taybet yên Amerîkayê li rojhilatê Sûriyê hatibû kuştin.
Herwiha grûba (DAÎŞ) ragihandibû Mueller di encama êrişa firokeyên şerker yên Urdûnê bo ser baregahên wan li Sûriyê hatiye kuştin.
Lê rayedarên Amerîkayê ji mirina Muellerê bi guman in û dibêjin tu belgeyên ku vê rastiyê biselimînin li ber destê wan nînin.

muller_01 muller_02 muller_03 muller_04

dîtin: 187

Pêveker:

beriya kuştinê xudama sexî ya bexdadî