• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Beriya Semra birîndarbibe dibêje: Divê xeta sînor valaneyê hiştin

Beriya Semra birîndarbibe dibêje: Divê xeta sînor valaneyê hiştin


barkirin: Rezber 16, 2014, 4:00


Endama MYK’ê ya DBP’ê Semra Demîr a ku di encama êrîşa leşkeran de bi giranî birîndar bû û ev meheke di nobeta berxwedanê de cih digire beriya birîndar bibe ji ajansa me ra axivî. Semra got ku li hemberî êrîşên leşkeran dê nobeta berxwedanê bidome. Semra bang li her kesî kir ku xwedî li berxwedana Kobanê derkevin û divê xeta ser sînor vala neyê hiştin.

Li gundên ser sînor ên Pirsûsa Rihayê nobeta berxwedanê tê girtin û ji van berxwedêran yek jê endama MYK’ê ya DBP’ê Semra Demîr bû. Semra di encama êrîşa leşkeran de bi bombeya gazê bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê tê dermankirin. Wesayîta ku Semra dibir nexweşxaneyê di nava rojê de ji hêla tîmên taybet ve hat rawestandin û tawanbariya ku Semra çalakiyan “organîze dike” lê kirin. Hat îdiakirin ku bombeya gazê ji nêz ve û bi awayekî hedef hatiye giritin avêtine wê û bi vî awayî birîndar bûye.

Semra beriya ev êrişa ku bi şevê pêk hat û birîndar bibe, nava rojê ji ajansa me re axivî. Semra diyar kir ku li hemberî hestyariya gel a ji bo berxwedana Kobanê êrîşên dewletê jî dijwar bûye û xwest ku gundên nêzî sînor neyên vala kirin. Semra anî ziman ku ew bi xwe bûye şahida êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku bi topên hewanê pêk aniye û wiha got: “Li cihê ku ez lêbûm gundê Bedhê nêzî 50 topên hawanê avêtin. Zirareke mezin li gund çêbû û gelek heywanên wan welatiyan mirar bûn. Ji ber ku cihê em lê diman dûrî menzîla êrîşa çeteyan bûn jî dîsa topên hawanê avêtin me. Ev jî fikara gelo dewleta trik bi wan dide avêtin derxist holê. Ligel vê yekê jî me cihê xwe terk nekir. Welatiyên gundê wir ji me re gotin ger hûn biçin ewlehiya canê xetereyê de ye û ji vir neçin.”

‘Gundên stratejîk hatin valakirin’

Semra da zanîn ku ji bo êrîşên çeteyan rawestînin nobetê digirin û êrîşa leşkeran a li ser welatiyan mirov dixe nava firakan. Semra bilêv kir ku gundên stratejîk ên li ser sînor ji hêla leşkeran ve hatin valakirin û wiha pêde çû: “Tenê sedemek valakirina van gundan heye. Ev jî ji bo bi rehetî lojîstîkê bidin çeteyan û bi rehetî sînor derbas bikin. Gelê ku li vir nobetê digire ne tenê ji bo pêşiya derbasbûna çeteyan asteng bike, ji bo alîkariyê bide berxwedana Kobanê hatine vir.”

Jin pêşengiya berxwedanê dikin

Semra anî ziman ku ligel berxwedana gel ev berxwedana jinan e jî û wiha domand: “Li herdu aliyên sînor berxwedan heye. Lê beLê ji bo me jinan rewş cuda ye. Li vir rastiya pêşengiya jinan a vê berxwedanê heye. Jin di vê berxwedana Kobanê de têkoşîna jiyanê dimeşînin. Jin naxwazin axa xwe terk bikin û ji ber ve yekê di çeperên pêş de şer dike. Gelek jinên şehîd ketine hene û cenazeyên wan tên. Li Kobanê berxwedana ku êrîşên çeteyan vala derdixe heye û ev berxwedan dersê dide hemû cîhanê. Divê hemû kesên ku dibêjin ew li cem mirovahiyê ne cihê xwe li cem berxwedana Kobanê bigirin.”

‘Divê sînor vala neyê hiştin’

Semra da zanîn ku divê heta Kobanê azad bibe bênavber piştgiriyê bide vê berxwedanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta Kobanê azad bibe dê ev nobeta me bidome. Ligel êrîşên leşkeran jî em ê destûrê nedin ku çete ji ser sînor derbas bibin û êrîşî Kobanê bikin. Ji bo vê jî divê xeta ser sînor neyê valakirin û nobeta li vir bdome.”

JINHA

dîtin: 181

Pêveker:

beriya semra birîndarbibe dibêje divê xeta sînor valaneyê hiştin