• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bernameyeke bîrewer ya Nûçeyên Kurdî – Nûçe

Bernameyeke bîrewer ya Nûçeyên Kurdî – Nûçe


barkirin: Rezber 23, 2013, 10:13


Bernameyeke piralî û ji bo nûçevaniya Kurdî bêhempa kete nav bazaar mobîl de.

Bernameya bi navê “Nûçe” ji aliyê “Hêvî Team” ve bi karekî demdirêj û giranbûha ve, bi nazikî û ziravbihîstyarî ve hatiye amadekirin. Bernameya nûçeyan di bernamegeriya Kurdî de wekî gavekî şoreşî tête nirxandin.

Bernameya Nûçe wekî bernameyeke bîrewer tête binavkirin. Di bernamê de hemî çavkaniyên nûçeyan cih digrin. Ajansên Kurd wekî Firatnews, Pukmedia,Peyamner , dîsan malperên Kurdî yên Nûçeyan wekî Rewanbej, Rûdaw,Hawarnet û hemî malper û ajansên dîtir yên Kurdî di bernamê de cih digrin û dê cih bigrin.

Bikarhênerê bernamê dikare ji van çavkaniyan çendekan an jî hemiyan hilbijêre û di bernamê de tomar bike ji bo xwe. Di encam de ew bernameyên ku tomar kirî li gorî xwesteka bikarhêner dê bi wergirtina her nûçeyekê de jêre peyama lezgîn bêt û ew kes di şaşeya telefona xwe de dê karibe yekser nûçeyê bibîne û derbasî nûçeyê bibe.

Bernameya “Nûçe” ya mobîl xwe bi xwe nûçeyan ji van çavkaniyên nûçeyên Kurdî werdigre û dighîne telefonên desta. Bi vî rengî kesê ku bername daxistî dikare ji hemî nûçeyên Kurdî, ji hemî malper û çavkaniyan agahdar bibe. Bêguman kes eger bixwaze dikare peyamên lezgîn(push) pêşgîr bike an jî dikare rê lê veke da ku wergire.

Bernameya “Nûçe” ji nav van çavkaniyan ji bo xwedanê telefonê nûçeyan dihilbijêre û dighîne xwendevan. Her kes dikare di bernamê de çavkaniya ku bixwaze destnîşan dike û ji wê çavkaniyê peyama lezgîn werdigre.

 

Malper û çavkaniyên kêm di demê pêş de dê têkevin ser bernamê de.

 

Ji bo Iphone, Ipad,Ipod ên xwe  ji APP STORE daxînin

 

Rewanbej.com

nuce2 nuce3

dîtin: 605

Pêveker:

bernameyeke bîrewer ya nûçeyên kurdî nûçe