• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bersiva PDK ji bo Cemil Bayik dereng nema

Bersiva PDK ji bo Cemil Bayik dereng nema


barkirin: Gelawêj 6, 2013, 12:46


Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bersiva gotara hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik a derbarê girtina sînorê navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de nivîsîbû da. Êmînkî di vê derbarê de wiha got: “Tometên Cemîl Bayik ên li dijî partiya me, bê bingeh û bê nirx in.”
Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik di gotarekê de êrişî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û wiha got: “Li dijî rojavayê Kurdistanê planek heye û PDK jî bi girtina sînor dibe parçeyek ji wê planê.”

Cemîl Bayik di gotara xwe ya ji bo rojnameya Azadiya Welat de wiha dibêje: “Êrîşên li Rojava ji bo her kesî ezmûneke. Ger ku dorpêçkirin û ambargoya li ser Rojava bidome wê demê pirsa PDK li ku dera vê komplo û dorpêçê ye bêhtir bê pirsîn. Di van rojên ku Kongreya Neteweyî di rojevê de ye, tu ravekirina helwesetek bi vî rengî tune ye”

Berdevkê PDKê Cafer Êmînkî di daxuyaniyek ji bo malpera fermî ya partiya xwe de wiha dibêje: “Ew tometên ku birêz Cemîl Bayik li dijî partiya me belav kirî, tometên bê bingeh û bê nirxin. Bi ti awayî xizmeta tevger û doza kurd a li Kurdistana Rojava nake.”

Cafer Êmînkî wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Pêwîstbû ew rêzdarê ku serkirdayetiya rêxistinekê dike, li cihê dirûstkirina tomet û gotinên bi vî awayî yên li dijî partiya me, ji bo yekrêzî û yekbûna hemû aliyên siyasî yên Kurdistana Rojava bikira. Herwiha bi awayekî cidîtir kar ji bo bidestxistina armanca Kurdistanî û neteweyî kiriban, neku bi vî awayî dest bi tometên li dijî PDKê bikira. Di demek ku em ji bo yekrêzî, tebayî û lidarxistina bingehê gihiştina bi mafê neteweyî û demokrasiya kurd li vê beşa Kurdistanê didîn.”

Berdevkê PDKê Cafer Êmînkî wiha dibêje: “Ji bo hemû aliyekê vekirî û eşkereye ku serok Barzanî û partiya me çi rolekî giring û dîrokî ji bo alîkariya siyasî, aborî, mirovî û dîplomasî ya ji bo pêşxistin û serkeftina doza kurd li vê beşa Kurdistanê kiriye.”

 

Jêder: Rudaw

 

Serokê Konseya KCK Cemil bayik di rojên bihurî de li ser Rewşa Rojava hişyarî dabû hêzên herêmê û amaje bi PDK jî dabû.

Daxuyaniya Cemil Bayik bixwînin

dîtin: 386

Pêveker:

bersiva pdk ji bo cemil bayik dereng nema