• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Beytên Kurdî û beyta Genc Xelîl

Beytên Kurdî û beyta Genc Xelîl


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Êlûn 26, 2014, 2:09


Di van rojan de ku Gerîla ji hêlekê û ji hêla din jî Pêşmerge şerê „reşpoşên cahêl û hov“ dikin, navê hinek qehremanên edebiyata me ya devkî ketin bîr min. Genc Xelîl navê yek ji wan qehremanên beyta ” Genc Xelîl” e. Çîroka wê beyt an jî serbihûriyê vedigere wê serdemê ku Osmanî li Kurdistanê hakim bûn. Li kêleka navê wî keçeke wefadar û qehreman jî heye ku navê wê Heftsed an jî Hefsê ye ku di nava Kurdên Behdînî û Soranî de wek Hewsed jî tê gotin. Ya rast qehremana sereke ya vê destanê Heftsede ku stran jî ji zarê wê belavî her dera Kurdistanê bûye.

Zimanê stranê rewan û peyvên wê jî dewlemendiya huner û zimanê Kurdî radixin ber çavên me:

“ De lê lê, were lêlê, were lêlê, were lêlê, were lêlê,…. Hefset dibê, ya rebî Xudê dilê min gelekî wane, Hefset dibê ya rebî Xudê dilê min gelekî wane, Genc Xelîl kurmamê min li welatê xerîban û xurbetê, gelekî nexweşe, wezê rabim niwînan rayêxim ket-ketê nazbalîfan bideme pale, ezê rabim kemera li pişta xwe bişkênim bo hespê Genc Xelîl bikeme nale, bazinêt xwe bişkênim bikeme hurde bizmare, biskêt xo bibirim bikeme serrêşme, keziyan bikeme toq û serhewsare, Genc Xelîl bînim siwar bikem li Kimêtekî Tale, belê li welatê Şamê li naw Osmanlîya da bête xwarê da kes lomey kurmamê min neken, belê nebêjin siwarekî Kurde çendî bê kar û bare…,

nemayê, nemayê, nemayê, nemayê,…. de li paş Genc xelîl kurmamê xo nemînim dilo li dinyayê….”

Stran bêtir bi rêya hunermendê navdarê Kurd Kawîs Axa( 1889 – 1936 ) di nava Kurdan de belav bûye, lê versiyonên vê beytê yên din jî hene. Cihê qewmîna stranê bajarê Amed li bakurê Kurdistanê ye, lê stran bi naveroka xwe ya orjînal li hinek herêmên din yên Kurdistanê û bi zaravên din yên zimanê Kurdî jî hatiye gotin. Ji herêma Mukriyan bigire heya Şingal û Behdînan stran ji hêla dengbêj û beytbêjên Kurd ve hatiye gotin.

beyta_genc_1

Çîroka Genc Xelîl û Heftsedê

Destan an jî çîroka stranê bi xewna ku Heftsedê dîtiye, dest pê dike. Ew pismamê xwe Genc Xelîl di xewê de dibîne ku salên dirêjin di nava leşkerê Osmanîyan de serleşkerekî mêrxas û li Şamê ye. Ew di xewê de neçar dibe bi kesekî re ku di şiklê kesekî kirêt û bi nexweşiya Xûrîka re ketî, bizewice. Dayik xewa wê şirove dike. Û Heftsed bi 39 destexwîşk an jî hevalên xwe re war bi war digere û ji kerwançiyan salixa pismamê xwe dipirse. Bi hewldanên dûr û dirêj ew pismamê xwe peyda dike, lê êdî ew nexweşe û di dem û satên dawiya jiyana xwe de ye. Di rewşeke wiha de dotmam li ser pismam distire û medha wî dike. Karekî wiha daxwaza Genc Xelîl jî bûye.

Li gor hinek stran an jî beytan ew berê bihevre zewicîne û tenê heftiyêkê bi hev re mane, lê di hinek stranên din de jî wiha tê xuyanê ku ew ji hev hez dikin lê babê keçikê napejirîne ku Genc Xelîl bibe zavayê apê xwe.

Çirok bi awayê jêr jî tê gotin: ew her du evîndarên hevin, lê nikarin bigehin hev. Wê serdemê emîrek hebûye ku tim di fikra berfirehkirina rûberê desthilatdariya xwe de bûye an jî xwestiye erdê welatên din dagîr bike. Ew dîsa dikeve fikra dagîrkirina herêmeke pir xweş ka çawa dagîr bike. Şevekê ew di xewê de dibîne ku bi hevkariya kesekî bi navê Genc Xelîl karîye wê herêmê bêxe ser erdê welatê xwe û dagîr bike. Wezîr xewa wî şirove û ew jî fermanê dide:” Genc Xelîl li kû be peyda bikin û bînin koşka min”. Siwarên wî heft û roj û heft şevan digerin û Genc Xelîl li Amedê peyda dikin û daxwaza Emîrê jê re dibêjin. Ew jî dipejirîne lê bi şertekê ku emîr jî ji apê wî dotmama bedew û çeleng jêre bixwaze ku nadê. Ew bi cî bi cîkirina daxwazeke wiha re dipejirîne ku bibe serleşkerê mîr û mîr jî di cih de daxwaz an jî şertê wî dipejirîne. Di nîva şeveke tarî de wezîrê xwe dişîne mala apê Genc Xelîl û Hefsedê jêre dixwaze. Tevî ku bi dilê babê Hefsedê nebe jî, lê ew dipejirîne û dewata wan ser digire. Genc Xelîl li pey dewatê tenê sê rojan demê dixwaze ku bi bûka nûhatî re demê derbas bike û piştre biçe cem emîr daku daxwaza wî cî bi cî bike. Genc Xelîl di heft rojan de erdên ku emîr dixwestin distîne, lê di şerê bi aliyê hember re bi giranî jî birîndar dibe û êdî nikare vegere mala xwe. Ew bi tena serê xwe û dûr ji çavê leşkerên din di malekê de xwe vedişêre û li bendê dimîne ku zû baş bibe û dîsa tendurust vegere cem keça apê xwe. Ji aliyê din jî dema şervanên Genc Xelîl bi bê wî vedigerine malên xwe, Heftsed ji herkesî salixa wî dipirse û wî peyda nake. Sergêj û heyran dikeve nava deşt û çulan û navê pismamê xwe li her derê bilêv dike ku kesek xebereke xêrê bide wê. Dawiyê li çulistanekê rastî xaniyekê nîvwêran tê û li ber deriyê malê dipirse: xwediyê malê mêvana naxwaze? Xwediyê malê jî dibêje:” mêvan hebîbên Xwedê ne, ser çavan û ser seran, were hundir, bixêr hatî mêvan, ji kû têy û diçî kû? Xwe nêzî min neke, çimkî ez gelekî nexweşim û dibe ku nexweşiya min te jî bigire…!”

Heftsed jî dibêje: Nexweşiya ku xelata Xwedê be, bila bê, xem neke.” Dema nêz dibe dibîne ku nexweş pismamê wê Genc Xelîl e ku êdî di kişandina nefesên dawiya jiyana xwe de ye bi awayekî ku heta nekarî dotmama xwe jî binase. Genc Xelîl jêre dibêje:” ey mêvan dilê min ji welat û dotmama min re teng bûye, gelo tu dikarî stranekê bibêjî ku hinekî dilê min vebe?. Dotmam jî ku hal û rewşa pismamê xwe yê mêrxas û qehreman wiha dibîne, bi dilekî tije kûl û elem, êş û elemên vê rewşê bi stranekê beyan dike ku tev li ser ciwanî û xweşikahiyên Genc Xelîl in. Piştî ku stran tê dawiyê, êdî Genc Xelîl jî çavên xwe digire, xatir ji jiyanê dixwaze û Hefsedê bi tenê dihêle.

Wesfa ku di stranê de heye, di beytên din de kêmnimuneye:beyta_genc3

“ De lêlê, were lêlê, were lêlê, were lêlê, were lêlê, were lêlê,…. Genc Xelîl axa hema çawê xo bilindkir û bi xerîbî digiriya, nefeseka qelûnê xwasitiye, Hefset dibê ya rebî Xudê rabim qelûnekê bo kurmamê xo têkem qelûne zêr nîşane, baskê Istembole, modîne bi karebane, pelkê darê dar bero bînim bi mişarê bibirim bi mibredê qeretanî bînim, ser qelûna Genc Xelîl kurmamê xo danêm nemayê, belê bêm kurmamê min heft sale ketiye ser destûrê Romiya bi Tirkî buyrun efendim qelûn ji tera, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, nemayê, de li paş Genc Xelîl kurmamê xo nemînim li dinyayê.”

 

Beyt û beytbêj

Pareke girîng ji folklora me “beyt”in. Destanên ku xelatên serdema dûr û dirêj a desthilatdariya sîstema feodalîzmê li Kurdustanê ne. Carna hinek ji wan beytan ji hêla dengbêjên nava dîwanxaneyên mîr û mezinên Kurdan ve hatine çêkirin û gotin û carna jî qewmîna bûyerekê bûye sedema afirandina beytekê ku serokaniya wê jî rastiyeke ku qewimîye lê ji hêla dengbêjan ve hatiye xemilandin û berfirehkirin. Di van beytan de em rastî gelek tiştên balkêş tên:

  1. Her beytek li ser mijarekê ye ku piraniya wan evîndarî ne, lê evîna ku paqije û eşqa welêt û axê jî tevlî xwe kiriye.
  2. Di wan beytan de em rastî dewlemendiya zimanê Kurdî û edebiyata xwe ya devkî tên ku bingeha edebiyata me ya nivîsikî û îroyîn pêk anîye. Hezaran peyvên nebihîstî hêşta jî li benda nivîskar, romannivîs û zimanzanên me ne ku di dilê wan beytan de veşartîne.
  3. Di wan beytan da dîroka Kurd û Kurdistanê, şer û xebata Kurdan a siyasî, bûyerên ku li herêmeke Kurdistanê qewimîne û weke Kela Dim-Dim bûye destan an jî beyteke çar perçeyî, têne dîtin. Herwiha evîna dildarên ku rastî rewşên xweş û nexweş hatine û heta canê xwe jî di oxira evîna xwe ya paqij de fîda kirine.
  4. Dengbêjên me yên nexwende di sedsalên derbasbûyî de peyvên resen û risteyên Kurdiyeke orjînal anîne ba hev û gencîneyeke giranbûha ji çand, dîrok, ziman, huner û folklorek pirbûha pêşkêşî nifşên li pey xwe kirine. Wan di vê qadê de rolê pêxemberan lîstine ku bi anîn û nivîsandina pirtûkekê, hebûn û nayîna netewekê di erdnigariya wan de garantî kirine. Gelo ma ger Qûran nebûya, wê edebiyata Ereban ewqas dewlemend bûya? Ger Mişefa Reş a me Kurda nebûya yê Kurdên Êzdî bikarîban ew dînê xwe yê orjînal û zimanê xwe yê rewan biparêzin? û ger dengbêjên me nebûna ma me dikarî li hemberî ewqas hêrş, talan û fermanên dagîrkerên Kurdistanê zimanekî wiha dewlemend hebûya?
  5. Di beytên Kurdî de em hîn dibin ka di sedsalên derbasbûyî de rewşa jiyana aborî a xelkê çawa bûye, têkeliyên wan yên civakî, rêbazên debara jiyanê, awayê desthilatdariya mîr û padşahên Kurd û dewletên serdest, bawerî, bîr û ramanên gel, navê gund û bajarên herêm û wilayetên Kurdistanê çi û çawa bûye û saykolojiya civakê di çi astekî de bilind an jî nizim bûye û sedemên wê çi bûne.
  6. Rolê ol û mezheb an jî baweriyên civakî di serkeftin û şikesta şoeşên gel de çiqas bi bandor bûye û çima di jiyana xelkê de carna bûye sedema şikestinên mezin di qada siyasî de? Çima rolê mezheb di şikestina şoreşa Mîrê Rewandiz de nigatîv bûye?

Ev mijar tev di beytên Kurdî de hene û dengbêj wek romeneke nenivîsandidî bi awayê devkî ji me re vedibêjin.

 

beyta_genc4Beytên Kurdî bi rêya dengbêjin mêr û jin bersiva gelek pirsan didin ku nifşên îro divê bêtir lêkolînê li ser bikin. Di wan beytan de carna em rastî hîvî, xwezî, hesret û daxwazên du kesan tên û carna jî nalîn û kalîn, ken û qêrînên hin kesan xwe radixin ber çavên guhdar û xwendevanan.

 

Beytxwanên Kurd carna dest didane def an jî enstûrmenteke din û li mizgeft, minasibetên dînî, çayxane, dîwanxaneyên axa, beg, mîr û padişahan dest bi vegêran an jî vebêjiya beytekê dikirin ku her kes bi beytxwan re diçû nava dilê çîroka wê beytê û dixwest bizanîbe ka qehreman yê di dawiyê de biser bikev an ne. Ew carna bi dengbêj an jî beytxwan re dikenîn û carna jî xemgîn û hêsir dibarandin. Elbete piranî di rûniştinên jinan de dengbêj an jî beytxwaneke jin hebû û di yên mêran de jî mêr û xortan karekî wiha dibire serî.

Em dikarin nasnameya gelek şerên ku di herêmên cûr bi cûrên Kurdistanê de qewmîne ji nava peyv û risteyên van beytan bibînin û nas bikin.

 

Dengbêjên bênav û nîşan

Mixabin dengbêjên ku ev samanê dewlemend gehandine destê me, bixwe bênav û nîşan in û kes wana nas nake. Navê hinekên wekî Evdalê Zeynikê, Rehman Bekirê Mehabadî, Gulêya Fileh, Edlaya Cizîrî û hwd tenê bi rêya lêkolînvanên Kurd û biyanî hatiye bihîstin û di ger û bîranên xwe de li ser rolê wan axivîne.

Kawîs Axa wek yek ji wan kesan ku bihayekî giran daye beytên Kurdî, jiyanake weke ya Genc Xelîl hebûye. Ji ber wê jî pêwîste em wî hunermendê navdar baştir nas bikin.

 

Kawîs Axa kîye?

Hunermendê nemir Kawîs Axa, kurê Ehmed Cemîlê Herkî û Leylê ye. Malbata Kawîs Axa ji Herkiyên Sîdanî ne, ku niha bi piranî li bajarê Ûrmiyê ne. Kawîs Axa (Kakweys), di sala 1889’an de, li Çarçela Herkiyan (li Başûr e) ji dayik bûye. Hîn zaroke gava bavê wî dimire. Tê gotin ku Kawîs Axa ji sêzdeh saliya xwe û pê ve, di axaftinê de zehmetiyê dikişîne û zimanê wî xweş nagere. Lê di dema strangotinê de, zimanê wî wekî çemekî diherike.

Gava dayika wî jî ji dinyayê xatirê xwe dixwaze, Kawîs bîst salî ye. Di şîna dayika wî de dengê Derwêş Fatmayê gelek tesîrê lê dike, paşê gelek stran û lawikan ji wê hîn dibe.

beyta_genc2Di sala 1930’an de êdî Kawîs Axa li ser daxwaza gelek kesan xwe digihîne bajarê Bexdayê. Li wê derê çend şirket an jî kompaniyên biyanî ku stranên Kurdî, Erebî, Ermenî û hwd. tomar dikirin hebûn. Wek şirketên Bîzanfon, Nayêf, Neîm û yên din. Kawîs serî li Şirketa Neîm dide, lê berpirsên şirketê ji wî re dibêjin: “Tu nikarî stranan bibêjî, çimkî tu nikarî biaxivî. Tu lal î.” Kawîs Axa bi dilekî şikestî ji kompanyayê derdikeve, diçe çayxaneya Kurdan ku li nêzikî wê derê bûye. Li wê derê destê xwe diavêje bin guhê xwe û lawika “Genc Xelîl” bi dengekî bilind distre. Yên li wê derê tev li dora wî kom dibin û lê guhdarî dikin. Dengê wî digihê guhê berpirsê kompanyayê. Berpirs bi lez û bez tê cem Kawîs û jê re dibêje: “Li me bibore, em tikayê ji te dikin ku tu careke din bi me re werî kompanyayê.” Li wê derê berpirsên kompanyayê peymanekê pê re girê didin û yekem strana wî (Genc Xelîl) li ser qewanan tê tomarkirin.

Kesê ji bo Kawîs li sazê dixe Îskender Saz e. Hinek kes dibêjin Cihû ye û rûniştvanê Bexdayê bûye. Stran, heyran, beste û lawikên vî stranbêjê nemir li “ kompanyayên Bîzanfon, Neîm, Nayêf û Ebulkelb” hatine tomarkirin.

Jiyana Kawîs Axa, jiyaneke xweş bûye. Ew gelek geriyaye û tim bi mirovên mezin re di nav dan û standinê de bûye. Ew yekemîn stranbêje ku mijarên siyasî di naveroka stranên wî de xwedî rûmeteke bilindin. Stranên wî gelek in, lê bi şeklekî tomarkirî tenê sê kasêtên wî di arşîva radioya Bexdayê de mane.

Stranên Kawîs Axa dibine sê deste: Heyran, Lawik û Beste.

Kawîs Axa di sala 1936’an de, ligel Ehmedê kurê Silêman Begê Şeqlaweyî diçe seredana xizm û kesên xwe li herêma Pîrmam. Gund bi gund digerin, li gundê Herşemê nexweş dikeve û di Reşemiya heman salê de, li danê êvarê wefat dike. Kawîs Axa, wexta miriye 47 salî bûye.

Jêder:

  1. Oskar Mann – Tûhfêye Mozeferiyê ( bi zimanê Farsî û Kurdî )
  2. Goranîbêje Nemirekan – Bakurî
  3. Deng û stranên dengbêjên nenas ku li ser destana Genc Xelîl strane gotine û axivîne.
  4. Hevpeyvîn bi Ûbeydulah Eyyûbiyan re.
dîtin: 561

Pêveker:

beytên kurdî û beyta genc xelîl