• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bi deh hezaran kes li Qada Îstasyonê civiyan

Bi deh hezaran kes li Qada Îstasyonê civiyan


barkirin: Gelarêzan 1, 2014, 4:17
xwendin: 69


Li Amedê li gel rewşa awarte ya polîs û leşkeran li kolanan girtî bi deh hezaran welatî di çarçoveya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê de dest bi meşê kirin.

Polîsan destûr neda ku girse bimeşe qada Deriyê Çiyê û rayedarên DBP’ê bi Walîtiyê re hevdîtin kirin û bi deh hezaran kes li Qada Îstasyonê hatin cem hev.

Meşa ji bo piştgiriya Kobanê li Amedê destpê kir. Meşa ku bi deh hazaran kes tevlî bûn li Parka Koşuyoluyê destpê kir.

Girseya ku dest bi meşê kir li navçeya Yenîşehîrê ji aliyê polîsan ve pêşî lê hat girtin. Di encama hevdîtinên hatin kirin de girseyê berê xwe da qada Îstasyonê.

Di meşa ku bi deh hezaran kes tevlîbûn de  parlamenter û şaredarên HDP’ê jî têde cih girtin. Girse bi pankartê ber bi Qada Îstasyonê ve meşiya.

0289e426_o0289e426_oe1d21ad0_o74457adc_oed585128_o

Pêveker:

bi deh hezaran kes li qada Îstasyonê civiyan