• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bi Dîmen: Pez ketine mûzexaneya navdar Louvre û puşkil rijandin

Bi Dîmen: Pez ketine mûzexaneya navdar Louvre û puşkil rijandin


barkirin: Adar 29, 2014, 12:06


Cotyarên Fransizî ji bo şermezarkirina polîtîkaya Yekîtiya Ewropayê ya çandininî û kiştûkaliyê, di nava muzexaneya navdar ya Louvre de çalakiyek pêkanîn. Cotyarên ku bi tevê keriyê pezên xwe ketine mûzexaneyê bala geştyaran kêşandin. Kêriyên pezê ku ketine nava mûzexaneyê berhemê xwe û paşmayînên xwe jî hêlan.

Di dema çalakiyê de li ser navê yekitiya cotyaran Laurent Pinatel daxuyaniyek da û got: ”îro ji bo şermezarkirina polîtîkayên wezareta kiştûkaliyê em hatine vê derê. Cihê me ne mûzexane ye lê dixwazin me bixin nava mûzeyê de.”

Cotyar Jean-Emile Sanchez jî diyarkir ku her sal 20 hezar cotyar dest ji cotyariyê berdidin û got: ”Qanûnên aborî yên ku di sektorên din de bikartên ji bo me jî têne bikaranîn. Wesa be emê tune bibin.!!

 

dîtin: 152

Pêveker:

bi dîmen: pez ketine mûzexaneya navdar louvre û puşkil rijandin