• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bi milyonan Şîe li Kerbela civiyan

Bi milyonan Şîe li Kerbela civiyan


barkirin: Gelarêzan 15, 2013, 1:13


Doh bi boneya meha Muherem û rêwresma Aşure bi milyonan Şîe ji çar aliyên cîhanê gehiştin bajarê Kerbela. Her sal Şîe  ji 1 heta 10 meha Muherremê weke roja şehîdbûna imam Husên bi pîrtînin. Serpereştê Şîeyan, Kurê Îmam Elî, Îmam Hisên li navçeya Tifê a ser bi bajarê Kerbelayê şehîd bûye.

Şîeyên hemû deverên cîhanê her sal di vê mehê de serdana tirba Îmam Hisên ya li Kerbela dikin. Di rêwresma Îmam Hîsên de findan vê dixin, çîroka Îmam guhdar dikin û digrîn û li xwe dixin.

Ji ber rêwresma Aşre weke her sal, îsal jî li hemû bajarên Îraqê tedbîrên ewlekariyê hatin wergirtin. Lê dîsa îsal jî rêwresman de li Bexda û Sediye li dijî Şîeyan êrîşên bombeyî pêkhatin.

dîtin: 156

Pêveker:

bi milyonan Şîe li kerbela civiyan