• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Bi vîdeo.. Li Til Temirê şer girane


barkirin: Adar 7, 2015, 4:40
xwendin: 131


Li gundên Xabûrê yê di navbera Til Temir û Hesekê, şer û pevçûnên ku bi êrîşên rêxistina terorîstî ya DAIŞ’ê re destpê kiribûn didomin. Şervanên YPG û YPJ`ê gelek terorîst kuştine.

Li gor nûçeya ajansa Hawarnewsê, pevçûnên ku li gundên Xabûr ên Asuriyan di demjimêrên serê sibehê de bi êrîşên çekdarên terorîstên DAIŞ`ê destpê kiribûn didomin.

Hate ragihandin ku pevçûn li derdora gundên Rugube, Til Nesri, Til Isyan, Xerîta û Til Muxas bi dijwarî berdewam dikin û li van deran gelek çete hatine kuştin û birîndarkirin.

Pêveker:

bi vîdeo li til temirê şer girane