• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Bi Vîdeo..Şerê navbera DAIŞ û YPG


barkirin: Nîsan 3, 2014, 11:07
xwendin: 627


Îro demjimêr 4’ê sibê komên çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ’ê) êrîşî gundê Zormexar ya li Rojavayê herêma Kobanê kirin û di navbera wan û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG’ê) de pevçûn rûdan ku di encama şer û pevçûnan de heya niha tangek û tirimpêleke Doşkahilgir li ser yên çeteyên DAIŞ’ê rûxandin û 19 çete hatine kuştin, termên çeteyan di navbera gundên Zormexar û Xerab Eto de hê jî li erdê ne.

Her wiha Komeke çete ya DAIŞ’ê ku di malekê di navbera gundên Zormexa û Xerab Eto de hatibûn bicihkirin, ji aliyê şervanên YPG’ê hatine dorpêçkirin.

Li gorî agahiyên ji herêma Kobanê, komên DAIŞ’ê di şer û pevçûnan li gundê Zormexar de çekên giran yên wekî tang, top û hawanan bikar tînin ku şer û pevçûn li herêmê didomin.

Pêveker:

bi vîdeo Şerê navbera daiŞ û ypg