• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bi wêneyan kurteçîroka serhildan û komkujiya Dêrsim

Bi wêneyan kurteçîroka serhildan û komkujiya Dêrsim


barkirin: Gulan 4, 2014, 4:14


Kurteçîroka bûyerê

Sala 1937 ê meha beharê ji bo ku çekan kom bikin yekîneyên leşkera ji bo eşîra Yusuf hatine rêkirin. Vê yekîneyê destdirêjiya keçeke Kurd kirin. Bi vê bûyerê ve êdî Eşîran êrîşî qereqolan kirin. Li gorî çavkaniyên leşkerî yên dewletê bûyera yekem şeva 20-21 ê an jî 21-22 yê bi hilweşandina pira li ser ava Harçik ê rû da. li vira pevçûna li gel leşkeran destpê kir. Piştî hingî dijî yekîneyên Mazgirê êrîş hate kirin. bersiva vî şerî weha hate dayîn.

filoyeka 15 firokan bombe barandin. Û pîlotek ji vana jî ya jin Sabiha Gokçen bû.

Bi meha gulanê gel reviya xwe sipartine şikefta û quntarên çiyê. gelik şikeft bi bombeyên agir hatin bombekirin an jî agir li ber devê wan hate vêxistin da ku yên di hundir de bifetisin.

Serhildan ji destpêkê ve têk çûbû, ji ber ku Kurd di nava xwe de li hev nebûn û di nava xwe de di nava şer de bûn. Mînak meha tebaxê Şahanê Bextiyarî ji aliyê Kurên Pirço ve hate kuştin serê wî hate jêkirin ku li Hozatê teslîmî fermandarê tirk hate kirin.

Xayinê herî zêde navê wî di serhildana Dêrsimê de derbas dibe jî Rêber e. Biraziyê Seyid Riza Rêber, Serokek ji yê Serhildanê Elîşer û Jina wî dikuje û serê wan radestî leşkeran dike.

Bûyereka dîtir ku Nurî Dersîmî qal dike jî eve ye; Kurek ji yê Seyid Riza Huseyîn Reşik bi parçeyê firokê birîndar dibe. Leşkeran eve bihîst û salox gehandine jina mezin ya Seyid Riza û gotin em dê Kurdê te derman bikin. Jina Seyid riza ji jina Seyid riza ya piçûk xwe xeyidand û ji bo dermankirinê kurê xwe radestî leşkeran kir. Hiseyîn hate işkencekirin û paşê li gel bavê xwe hate dardekirin.

Meha tebaxê jina Seyid Riza ya duyem, kurê wî yê mezin, sê neviyê wî û gelek endamên eşîretê hatine kuştin. Seyid Riza 5 an jî 10 ê Elûnê di çûyîna Erzînganê de hate girtin.

Li gorî Nûrî Dersîmî. Fermandarê artêşê bi rêka Valiyê Erzînganê salox ji Seyid Riza re şiyand û got ku wana agirbest pêk anîne, tu tevgerên dîtir yên leşkerî nayêne kirin û xisarên hatî dayîn dê hikumet bide. Bi vî rengî ew xapandin.

Seyid Riza bi 57 kesan ve li Elezîzê hate darezandin. Bi Kurê xwe tevde 7 kes hatine dardekirin. 15 ê Kanunê li Elezîzê meydana genim hate dardekirin. Li kolanên Elezîzê meytên wan hatine şermezarkirin û paşê hatine şewitandin.

HEMÎ WÊNEYAN TEMAŞE BIKIN, DÎROKA DERSÎM YA KOMKUJIYÊ DI VAN WÊNEYANDE VEŞARTIYE SahanAga2

iste-gazetelerin-dersim-mansetleri-10883-3g

Hesene__Gewe_Elleri_Bagli

HESENÊ GEWE / QEHREMANÊ SERHILDANÊ YÊ DÊRA LACÎ /

dersim53

dersim52

dersim51

dersim50

dersim49

dersim48

dersim47

dersim46

dersim45

dersim44

dersim43

dersim42

dersim41

dersim40

dersim39

dersim38

dersim37

dersim36

dersim35

dersim34

dersim33

dersim32

dersim31

dersim30

dersim29

dersim28

dersim27

dersim26

dersim25

dersim24

dersim23

dersim22

dersim21

dersim20

dersim19

dersim18

dersim17

dersim16

dersim15

dersim14

dersim13

Seyid Riza û Kurê wî berbi sêdarê ve.

dersim12

dersim11

dersim08

dersim07

dersim06

dersim05

dersim03

dersim01

belge

alisir ve zarife

dersim54

dîtin: 1200

Pêveker:

bi wêneyan kurteçîroka serhildan û komkujiya dêrsim