• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bihuşta kujeran | Fergîn Melîk Aykoç

Bihuşta kujeran | Fergîn Melîk Aykoç


barkirin: Êlûn 3, 2014, 11:05


Ji bo rêzdarên li welêt, yên nikanin lînkê vekin.
Bihuşta kujêran
Li gor hemû ol û baweriyan yê di nava şerê ol, yan jî baweriyan de were kuştin bê pirs û bersandin diçe bihuştê. Li gel wê kuştina kesên ola kujêrê xwe nepejirîne jî, mîna fermana xwedê be, hatiye helal kirin. Her çendî li gor felsefeya baweriyan yê ku giyan dabe, tenê mafê wî/ê yê standina giyanê hebe jî, bi fermana hin kesan ev maf dikeve destê kujêran, kujêr jî bi navê xwedê dikujin. Li gor vê angaştê yan jî baweriyê kujêrê ku bê destûr û bê haya xwedê, bi navê xwedê dikuje bi aliyê xwedê ve bi bihuştê tê xelatkirin! Dema mirov bi awayekî zanistî, yan jî felsefîk vê baweriya zişt, xapînok, vala û serîşuştinê binirxîne, digihêje encama; li gor têgihîştina olan xwedê ew bihişta tenê ji bo kujêr û xwînxwaran afirandiye. Her çendî di rastiyê de ev li gor bingehê olan belovajîkirina rastiya baweriyê jî be, di hin olan de wek mînak di ola îslamê de ji ber hin sûre û ayetên Quranê yên ku her kes dikane li gor berjewendiyê xwe şirove bike, hene, Tîran û dîktator vê bikartînin. Ango xwînxwaran jî ev wek manîplasyon bi hêsanî bi mirovan dane û didin pejirandinê. Di Quran sureya Enfal ê ayeta 12 de ev gotin hene: „…Bêguman ez bi we re me, piştgiriyê bidin bawermendan, ezê tirsê têxim dilê kafiran, de stûyê wan jêkin /lêxin, li destê û lingên wan din (jêkin)….“ Her kesê ku hukim dike destê xwe, xwe wekîlê xwedê dihesibîne (xilafet di vê wateyê de ye) bi navê xwede vê ayeta sebeba wê ne zelal, li gor berjewendiyê xwe bikartîne. Mînak Saddam jî ji bo serkariya xwe ev ayet li dij kurdan bikaranîbû. Bi xwînxwariya wî mijara Enfalê kete dîroka kurdan.

Di dîrokê de gelek şer û komkujî hene, lê herî zêde bi navê xwedê û din mirov hatine kuştin û talankirin. Carê li şerên cihanê binêrin, dê hûnê bi hêsanî vê rastiyê bibînin. Giştan jî bêguman bawerkirine ku ew bi navê xwedê tiştên herî baş dikin. Yan jî xwedanê wê mafî ne ku vê ayetê û yên mîna wê ji bo xwe bikarbînin. Ango kujêrên, yan jî endamên artêşên wan baweriyan bi baweriya bikanin biçin bihuştê mirov kuştine, xwîn rijandine û talan kirine. Kuştinên di êrişên hêzên xaçê de jî, li ser vê bingeha baweriyê bû. Wê demê her kesê xiristiyan ji bo ku bikane biçe bihuştê tevê seferên xaçê bûye. Dîsa xiristiyanên katolîk di sedsala 16, 17 û 18. an de bi navê xwedê li Ewroayê bi sedhezaran mirov kuştine. Wan jî bawer dikirin ku ew bi vê kujeriya xwe fermana xwedê pêktînin û bi wan kuştinan diçin bihuştê. Lema wê demê kî hê zêdetir mirov bikuşta, wî tapûya, yan jî kilît derê cenetê digirt.
Em li dîroka îslamê dinêrin, dibînin ku di dema belavkirin û pejirandindayîna ola îslamê de her kesên mirov dikuştin, serjêdikirin û talandikirin wisa bawerdikirin ku ew bi vê kujeriya xwe diçin bihuştê. Li gel wê jinên reben ên bav û bira, mêr û zarokên wan bi destên van dihate kuştin jî dibûn xenîmet û qirêjiya zewqa wan. Dewleta Emeviyan, Abasiyan, Osmaniyan tev de bi navê xwedê kuştine. Di vê dema me de jî kujêrên DAIŞ ê bi heman argumentê mirovan serjêdikin û bi hovane dikujin. Li gor baweriya wan ew bi vê kujeriya xwe ne tenê bi bihuştê tên xelatkirin, li wir ji bo wan harema heftê hûriyan hatiye amadekirin. Bê beşek mislimanên kurd tu mislimanên sûnî li dij van kujêran dernakevin. Heta bi bêdengiya xwe vê kujeriya van hovan dipejirînin. Mînaka herî balkêş: Li dij êrişên îsraîlê yên li ser flistiniyan bi mîlyonan misliman derketin kuçeyan, lê li hember sotin û kuştinên Daişê bi awayê vê kujeriyê rast bibînin û bipejirînin bêdeng in. Heta piraniya wan ji bo ku bikanin biçin bihuştê hewesiya xwe bi wan kujêran tînin, ji destê wan werin, ew ê jî bikujin, daku bikanin biçin bihuştê. Em mirov in, qa hi û mantiqê me heye! Lema bi hinekan xweş neyê jî, divê mirov bê tirs çend pirsan bike: 1 – Ma bihuşt ji bo kujêran hatiye afirandin? 2 – Ew çawa xweda ye ku kujêr û talankeran bi bihuştê xelat dike? Yan jî ev çawa mantiq e? 3 – Niha kîjan îslam? 4 – Ma ew baweriya ku kuştin, talan û sotina mirovan helal dike, çawa baweriye? 5 – Ev çawa baweriye ku laşê xwe pêkêşkirina cihadîstan ji bo zewqa kujêran rast dibîne? 6 – Ma jin jî ne qulê xwedê ne? Va xweda çawa firotina jinan helal dike? Belê kîjan îslam? Sadam jî bi navê îslamê tevdigeriya, qiralê saudî xwe wek wekîlê pêximber dibîne, Ayetulahên Îranê bi navê xwedê mirovan darve dikin! Fetulah bi navê xwedê bang dikir bi pêncî hezaran kurd werin kuştin. AKPeyî bi navê xwedê mirovan dişêlînin. Ji Pakîstanê ta Nîjeryayê li welatên mislimanan tenê bi navê xwedê tê kuştin. Tev de bi hêviya biçin bihuştê dikijin. Dema mirov li vê rewşa baweriyê dinêre, tenê digihîje encamekê; Baweriya „kî bikuje ew diçe bihuştê“ serdest e. Ev jî tê wê wateyî bihuşt cihê kujêran e.

Y.Ozgur Politika

dîtin: 406

Pêveker:

bihuşta kujeran fergîn melîk aykoç