• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bill Gates û Alzheimer

Bill Gates û Alzheimer


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Gelarêzan 16, 2017, 10:07


Bill Gates mîsyona xwe ya nû eşkere kir, Bill Gates dixwaze dermanê nexweşiya alzheimerê vebîne.

Lêkolînerên cihêreng bi salan e xebatên xwe yên li ser peydakirina dermanê nexweşiya alzheimerê pêk dihînin, heya vê gavê hê jî metodeke hêdîkirin an jî dermankirina nexweşiyê bidest nexistine. Lêbelê Bill Gates dixwaze vê rewşa xerab biguherîne.

Li seranserê cîhanê 47 mîlyon kes bi nexweşiya alzheimerê nexweş ketine. Alzheimer ji şêweyên xurifîtiyê ya herî zêde rûdide ye. Eger metodeke tedawîkirina vê nexweşiyê pêk nehêt, dê hejmara kesên nexweş bi lez û bez zêde bibe. Lêkolîner bi salan e, bi xebatên xwe yên cihêreng hewl didin dermanê nexweşiya alzheimerê bibînin, her çiqas heya a niha encameke girîng û serkeftî nehatiye bidest xistin, dîsa jî damezrînerê Microsoftê baweriya xwe pê dermankirina nexweşiyê aniye. Bill Gates wiha dibêje; “Bi çi şêweyê dibe bila bibe, em bi vedîtina şêweyeke tedawîkirinê dikarin rê li ber nexweşiyê bigirin. Jixwe armanca min jî ne ev e ku em di demeke nêzîk de dermanê nexweşiyê vebînin.”

Bill Gates bi 50 mîlyon dolarê piştgiriya Dementia Discovery Fundê dike û ev jî ne cara pêşin e ku Bill Gates bi pereyên xwe piştgiriya xebatên dermankirina nexweşiyan dike. Dezgeha wî ya bi navê Bill & Melinda Gates piştgiriya xebatên li ser dermankirina nexweşiya HIV, lerzata(malarya) û polioyê dike. Ji ber ku mêrên di malbata wî de jî alzheimer dihêt dîtin, Bill Gates dixwaze alzheimerê derman bike. Bill Gates wiha dibêje; “Çend mêrên ji malbata min jî bi alzheimerê nexweş ketine, ji ber vê jî ez dizanim rewşeke çiqas zor û zehmet e.”

Dîsa Bill Gates çend sal e piştgiriya hin xebatên li ser alzheimerê kiriye û bi lêkolînerên seranserê cîhanê re axiviye. Bill Gates dîtinên xwe wiha raber dike; “Min bawerî pê aniye zanist û nûjenî dikare pirraniya meseleyên giran çareser bike.”

Çavkanî: CNN

dîtin: 274

Pêveker:

bill gates zanist alzheimer