• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bîn Laden Group mezintirîn balaxaneya cîhanê ava dike

Bîn Laden Group mezintirîn balaxaneya cîhanê ava dike


barkirin: Nîsan 21, 2014, 6:28


Li Erebîstana Suudiyê mezintirîn balaxaneya cîhanê tê avakirin. Li gor nûçeyekê El Erebiye, dê li bajarê Cidde ya Erebîstanê balaxaneya herî mezin ya cîhanê bê avakirin. Nûçe dibêje ku dê bilindahiya balaxanê kîlometroyek be û bi giştî 200 qat be.

Li gorî nûçeya El Erebiye ev balaxane dê ji aliyê kompanya Bîn Laden Group ve bê avakirin. Endazyarê vê avahiyê xudanê Bîn Laden Groupe ku ew jî bavê serokê mirî yê rêxistina El Qaîdê, Usame bîn Ladene.

Avahî dê bi 1.23 milyar dolarî bête çêkirin û navê wê jî bibe ‘Balaxaneya Keyî’. Ev balaxane dê weke remza hêza aborî û siyasî ya vî welatî be.

dîtin: 359

Pêveker:

bîn laden group mezintirîn balaxaneya cîhanê ava dike