• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Bîranîn: Jiyan û serpêhatiya dengbêj Karapêtê Xaço

Bîranîn: Jiyan û serpêhatiya dengbêj Karapêtê Xaço


barkirin: Befranbar 15, 2014, 8:35


Kurtejiyana Karapêtê Xaçô
Karapêtê Xaço, di serê sedsala 20’an de sala 1902 an, ku ji her derê bêhna xwînê difûre, wekî zarokê malbateke Ermen li gundê Bilêderê yê bi ser Êlihê ve, ji dayîk dibe
Dema ku ew dibe 7 salî, Siltan Abdulhemîdê 2’yem fermana ermenî, êzdî û asûriyan radike. Di jenosîda sala 1915’an a li dijî ermeniyan de ku bi hevkariya kurdên paramîlîter hate kirin, dê û bavê wî jî di nav de ji malbata wî 5 kes têne qetilkirin.
Karapêtê ku ji mirinê difilite, xwe dispêre herêma Reşkotan a Filîtê Quto. Diçe cem xwîşka xwe ya mezin ku li wê herêmê bûk bûye. Li wir xulamî û xizmeta axayên kurd dike…
Karapêt, li hemberî vê zilma bêterîf, xwe dispêre kilam û stranan. Demeke kin hostatiya xwe nîşan dide û dibe dengbêjê dîwana Filîtê Quto.
“Hey zalim hey zalim
Koçer im xerabmal im
Akincî me bêpergal im
Rêvingî me bêhaval im
Nexweşim gelek bêhal im”

Lê mixabin ku zilm û zordarî dev ji wî bernade. Ew ji zilm û zordariya ku piştî Serhildana Şêx Seîd li eşîrên kurd tê kirin re şahidiyê dike. Ji mecbûrî bi kurdan re koçî Rojavayê Kurdistanê dike. Wê demê Sûriye di bin dagirkeriya Fransayê de ye. Ji ber tiştekî ku bike tune ye Karapêt 15 sal û sê mehan leşkeriya Fransayê dike. Dema ku Fransa ji Sûriyeyê vedikişe, bangî leşkerên xwe dike û ji wan re dibêje, “Yên ku xizmeta me kirine dikarin bi me re werin Fransayê”. Lê Karapêt dixwaze biçe Ermenistanê. Jê dipirsin, “Ma tu bolşevîk î?” dibêje, “Na ez kurd im, bolşevîk û molşevîk nîn im, tenê dixwazim biçim Hayastanê (Ermenistan). Karapêt, ligel dijwariyên gelek mezin di sala 1946’an de digihîje Ermenistanê.

Mixabin li Ermenistanê jî feqîrî û hejarî dev jê bernade. Dibêje, “Ji bo ku nemirim min xizmetkariya her kesî kir, rojek li wir, rojek li vir, ya ku nehat serê min nema”.
Radyoya Yêrîvanê û salên sansûrê
Karapêt di sala 1950’î de di radyoya Yêrîvanê de dest bi xebatê dike. Li wir jê re dibêjin, “Li ser beg û axa, li ser Xwedê stranan nebêje, qedexe ye”. Karapêt vê bersivê dide wan “Lê ka ez çi bibêjim, ez dengbêjê şer û cengên mezin im”. Ligel sansûrê ew heta salên 2000’î di Radyoya Yêrîvanê de ku zemanekî wekî qibleya kurdan bû, dixebite.
Ew berdewama Evdalê Zeynikê bû
Karapêtê Xaço berdewama dengbêjê navdar Evdalê Zeynikê bû. Wekî nûnerek ji ekola wî dihat nirxandin. Ligel aliyê wî yê afirîner, taybetiya wî ya mezin dengê wî bû. Dengê wî yê zîz ne dengê qirikê bû, dengê serî bû. Dengê serî, di dengbêjiyê de pîvaneke gelekî girîng e.
Karapêt digot, ez bi rojan dikarim bistirêm. Bi sedan kilam û stranên wî hene. Stranên wî yên bi navê ‘Lawikê Metînî’, ‘Saliho û Nûrê’, ‘Xezal’ û ‘Eyşana Elî’ hwd. di nava kurdan de belavî çar hêlan bûne.
Ger ku em albûmên wî yên ku korsanî hatine çapkirin nehesibînin, mixabin li Tirkiyeyê tenê du albûmên wî hatine çapkirin.
Kurdan qîmet neda wî jî
Wî di 13’yê berfanbarê 2005’an de jiyana xwe ji dest da. Vaye 9 sal borî di ser mirina wî re. Piştî mirina wî, hema bêje hemû partî, saziyên kurdan, wek yên din li pey wî jî peyam weşandin. Yên ku dema ew dijiya haya wan jê tune bû, ka ew li ku çawa dijî, di peyamên xwe de, pesnê wî didan û ew derdixistin qatê heftan. Helbet wî ew pesn zêdetir heq kiribû, problem ne pesnkirina wan bû. Problem nesamîmîbûna wan bû. Dema ku Karapêt di rojên xwe yên dawî de, di nava birçîbûn û xizaniyê de digevizî û digot, 50 milyon kurd zikê min têr nake, kesekî dengê wî nebihîst…
Yên ku piştî mirina wî ewqas pesnê wî dan bi ku de çûn, ew çend caran bi bîr anî, ji bo wî çi kir, ji sedan stranên wî çend kaset çapkirin?…
Karapetê Xaço ji bo me kurdan nirxekî gelekî mezin bû. Wî jiyana xwe bi xizmetkirina çanda gelê kurd ê ku bi salan, bi înkar û îmhayê re rû bi rû mabû, borand. Bi salan malên kurdan bi stranên wî geş û şên bûn. Lê mixabin ku em miletekî ‘zîndîkujên mîrîparêz in’. Ango dema ku sax bin em tu qîmetê nadin wan. Piştî ji nava me koç dikin, em dest pê dikin şîna wan dikin!…
Lê evîn?..
Lê lê dayîkê heyranê de tu rabe
Bi xwe ke bi Xwedê ke
Roja şemiyê serê min bişo xemla min li min bike
Bisk û tev morîkan li ber enîka min de çêke…
Ciwabekê bişîne pey lawikê Metînî delalê malê
Bila bêye nava sing û berê min keçikê.
Heke tê min dixwaze bila bê min bixwaze
Heke tê min direvîne bila bê min birevîne
Heke min narevîne sibê wê min bi rê kin
Hey lê lê lê lê…”

Ku mirov behsa dengbêjekî bike, ma bê evîn dibe? Lê ev dengbêj Karapêtê Xaço be? Fermo em evîna wî jî ji wî guhdarî bikin: “Keçikek hebû. Min gelek jê hez dikir. Navê wê Yewa (Hawa) bû. Melokî bû. Keça Yaqub Ezîzyan bû. Wê demê ez leşkerê fransizan bûm. Di sala 1936’an de me li Qamişlokê daweta xwe kir. Min pir û pir ji wê hez dikir. Ew jî bibû hevpara hemû êş, jan, dijwarî û trajediyên jiyana min. Ji xeynî wê dilê min kesek nas nekir. Di sala 1976’an de wê ez bi tenê hiştim, derket rêwîtiya bêveger. Û careke din nehat. Ligel ku di ser mirina wê re ewqas dem derbas bûn jî ez hê li ser wê evîndar im. Ew her tim di dilê min de dijî. Dê her bijî.”

dîtin: 498

Pêveker:

bîranîn jiyan û serpêhatiya dengbêj karapêtê xaço