• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Brezilya berda Kolombiya 2:1

Brezilya berda Kolombiya 2:1


barkirin: Pûşper 5, 2014, 1:05


Di pêşbirka gokê ya palewaniya Cîhanî de Brezilya berda Kolombiya jî û 2:1 ew bir.
Bi vê yariyê ve êdî Breziliya derbasî Nîv Fînalê bû.
Leyistika navbera du tîmên gokê yên jîr dijwar derbas bû. Hetanî bi 25 xulekên dawî jî rêvebirê yariyê qertên zer qet bikar neanîn ji ber dijwariya yariyê gelek yarîvan êşîyan û yarîzanê jêhatî Thiago Silva jî ji ber derba ku ji pişta xwe xwarî derkete derveyî leyistikê.
Yariya ku bi tekoşîneka dijwar destpêkir û heman wisan jî berdewam kir hêlişt ku Brezîliya derbasî Nîv Fînalê bibe û Kolombiya jî derbikeve.

Di xuleka 7 an de Thiago Silva gok avête tora Kolombiya. Hetanî xuleka 69 an yarî bi xolekê berdewam kir. Di xuleka 69 ê de yarîzanê Birezîlî David Luiz rewş kire 2:0. Lê êrîş hewldanên tîma Kolombiya jî ranewestiyan. Li gel leyistikeke baş ji ber xeletiyên li ber derê tora Birezîliya ne karîn gokê bavên torê û bikin xol.

Di xuleka 78 ê de James Rodriguez Kolombiya berbi hêviyeke nû ve bir û gok avête tora Brezîliya, lê belê hetanî dawiya leyistikê jî eve tenê wekî hêvî ma û Kolombiya xatirê xwe ji leyistika palewaniya Cîhanê xwest.

REWANBEJ

dîtin: 520

Pêveker:

brezilya berda kolombiya 2 1