• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Buhayê rojaneyê dolar xelkê Rojava perîşan kiriye

Buhayê rojaneyê dolar xelkê Rojava perîşan kiriye


barkirin: Gelarêzan 6, 2015, 10:53


Cezîrê-EGID ÇOLI

Rewanbêj – Piştî ne tebabûna buhayê dolarê ku rojane ber bi bilindbûnê ve diçe, welatiyên herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê şopandina nirxê dolarê  ji xwere kirine karê herî giring.

Her ku nirxê dolarê buha dibe, pêwistîyên rojane yên xelkê li Rojava weke xwarin, sotemenî û gelek tiştên din buha dibin. Ji ber vê rewşê şopandina nirxê dolar yê rojane û netebatbûna nirx, bûye yek ji mijarên giring di jiyana welatiyan de.

Bê guman bilindkirina nirxê dolar rastî nerazîbûna welatiyan tê.

Welatiyê bi nave Umer Xelîl ku ji bajarê Dirbêsiyê ye dibêje, her ku dolar buha dibe em di tirsa buhakirina pêwistiyên rojan e dene, dolar ji mere bûye kabûs.”

buhakirina nirxê dolar pirsgirêka ihtîkara firoşkarana jî bi xwere derdixe holê.

Welatiyê bi nave Egîd Elî dibêje,”dema buhayê dolar bilind dibe, her tişt pêre buha dibe, lê pirsgirêka ku çare jê re nayê peydakirin ewe ku dema dolar erzan dibe, buhakirina madeyan wek xwe dimîne.”

Hêjayî gotinê ye ku di dema dawî de nirxê dolar li herêma cezîrê gihişt nêzî 385 Lîreyên Sûrî.

dîtin: 429

Pêveker:

buhayê rojaneyê dolar xelkê rojava perîşan kiriye