• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Çapa nû ya romana Helîm Yûsiv Gava Ku Masî Tî Dibin ji Weşanên Peywendê derket!

Çapa nû ya romana Helîm Yûsiv Gava Ku Masî Tî Dibin ji Weşanên Peywendê derket!


barkirin: Nîsan 27, 2014, 6:53


Yek ji berhemên romanûs Helîm Yûsiv Gava Ku Masî Tî Dibin ku di dema çapa yekem de eleqeyeke baş dîtibû û ji peyaseyê xilas bibû, ji nû ve hêla Weşanxaneya Peywendê ve hate çapkirin.

Gava Ku Masî Tî Dibin, romana kesekî û dewrekê ye: Masî bi xatirê evîna Berfînê dide ser rêya çiyê, dibe şervanek û li wê derê evîna wî ya şexsî bi ya welat re dibe yek. Di heman demê de ev roman, a nifşekî fedakar û bênav e. Wekî rûdanên dema xwe ya têr-qerqeşûn, bi rîtma zemanekî lezgîn diherike, ji dewra xwe panaromeyekê nîşan dide.

Helîm Yûsiv, bi cewhera hunermendekî astbilind û afirîner kedekê dide ziman û vegotina berhemê. Bi vî awayî hem ziman ji zêdehiyan rizgar dike û hem jî deriyê vegotineke teze vedike.

Hêjayî gotinê ye ku Weşanxaneya Peywendê demek berî niha jî berhemên Helîm Yûsiv yên bi navê “Mêrê Avis”, “Jinên Qatên Bilind”, û “Mirî Ranazin” çap kiribû.

Pirtûka Yûsiv ya bi navê “Sobarto” jî li ber çapê ye.

 

dîtin: 521

Pêveker:

Çapa ya romana helîm yûsiv gava ku masî dibin ji weşanên peywendê derket!