• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Çapa sêyemîn ya Meme Alan derket

Çapa sêyemîn ya Meme Alan derket


barkirin: Rezber 23, 2013, 5:36


Sêyemîn çapa pirtûka “Meme Alan” ku navdartirîn destana Kurdî ye û ji aliye Roger Lescot ve hatiye berhevkirin, di nav weşanên Avesta de derket. Yekem çapa Meme Alan li Avesta di 1997an de derketibû, Tevi çapa dawi Heta niha 5000 heb hatiye çapkirin.

Celadet Ali Bedirxan, ji bo “Meme Alan” Wiha dibêje: “Folklora Kurdan ewçend mezin û fireh e ko em pê dikarin îftîxar bikin û di nav xelkê de serfiraz bigerin. Di folklora Kurdîde beşik şaherser Meme Alan e. Meme Alan eger ya miletekî Ewropayî bûya xwedê dizane der barê wê de heta niha cend cild pirtûk dihatine nivîsandin. Lê Kurdan ew çend guh nedayê, ji helbestvan û rêberê mezin Ehmede Xani pê ve. Bele Xani beriya se sed salan bi qîmeta ve destançîrokê hesiya û rabû li ser hîmê Meme Alan pirtûka xwe ya mezin Mem û Zin ani wicûdê. Bi gotinên din Meme Alan bi navekî din bi nav kir û ji nûve Mem û Zin afirand. Ji xwe herwekî nas e, Xani bi hênceta çîrokê deng li miletê xwe kir û dil kir ku nijad û qewmiyeta wî hişyar bike.

Ji menteşe ve ji 300 sali bêhtir wext di ser benî ve çûne. Kesî guh neda Meme Alan, heta roja ku Kurdîzanê heja û bilindpaye Bay Roger Lescot ew digel tercimeke Fransizî gihande çape. ”

 

dîtin: 429

Pêveker:

Çapa sêyemîn ya meme alan derket