• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Careke din dayê (helbest)

Careke din dayê (helbest)


nivîskar: Mem Mîrxan
barkirin: Befranbar 18, 2015, 12:56


dayê min ji nû ve bîne dinê
dixwazî neh meh
dixwazî heft meh û vîrnî
di bin piştiyê çilo de
li ber siya gidîşa genim
dixwazî…
Dixwazî li ser qorika hespê
An jî li malê
Li kadînê ser kayê
Bi destê pîrikê
Pîra Xanê
min bîne dinê
careke din dixwazim
navika min veneşêre
bavêje ber kûçikê.
ku hînî peyvan bûm
ku min got” memê “
mebêje “dayik qurban ka teto an tetê”
ku mezin bûm min avête gav
ne daniya bike belav
ne jî biqetîne kostekê
tenê carekê
Careke din dixwazim
Dayê! Careke din min bîne dunê
bi xwedê ku tu min bişînî ber berxikan
nabêjin na
bi derewan nabêjim zikê min jî diêşê
dixwazî bênan
bi tûrê vala min têke rê
ez ê herim,
berxê xwe li zozanên jorîn
li cem Siyabend û Xecê
te got henekan meke
raste divê henek nebin genek
lê ez zanim Sîpanê Xelatê.
ev strana min guhdarkiriye
hem ji yêrîwanê
hem jî ji dengê radyoya bexdayê
pişka kurdî.
Temam te got ezê bibim ser mêrgê
Merga Evdî
tu biwxazî dikarim strana bavê xwe
“were Têlî”yê jî bejim
soz ku bilûrê hîn bim
Ezê wê stranê
wê strana ku te li ber sikratê got jî lêxim.
Tenê carekê
Careke din jî dixwazim werim dinê
çend salî dibim bila bim
Ku min ew jina çê dît
Ezê bidim pê
erê erê jina çê, şîrhelal
ji mala mezin
xwedî mal û milk
bi dest û bazin…
Dayê!
careke din jî min nayînî dinê?
Binêr soz didim
ji dibistanê narevim
tiştekî ji mamoste fêm nekim jî
narevim
li zarokên tu cîranekî naxim
te got:”şorba binerdika “dixwum
naxêr ji bo min ji goşt û birincê jî çêtir e”
Tu zanî, ku te careke din ez anîm dinê
Wek min got :
nadizim ne zebeş
ne jî petêxê xelkê
xweş xweş ezê bi hevalê xwe re keran bibezinim
çoqîtkê
delo
û damê bilîzîm.
tu bêjî nehberkê
Ezê wê jî bilîzîm.
ku te careke din anîm dinê
mezin nabim
tim û tim zarok
zarokekî li beda dê
heta ku tu bê
sond dixwum mezin nabim
hem serê dîk
hem jî bi Xwedê

dîtin: 828

Pêveker:

careke din dayê (helbest)