• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Çavkaniya NOJÎN

Çavkaniya NOJÎN


nivîskar: Qandîl Şeyxbizînî
barkirin: Gelawêj 3, 2017, 8:56


Çavkaniya "NOJÎN"

Bi dehan û sedan salan e zimanê Kurdî li hember gelek kosp û astengiyan stan bûye û rastî gelek bişaftin û steman bûye, bi taybet piştî cenga cîhanî ya yekemînê ku her gel û bûne xwedî dewlet û ziman jî pê re bû zimanê dewlet û perwerdehiyê, lê ji ber ku Kurd nebû xwedî dewlet.. zimanê Kurdî jî rastî gelek wêraniyan hat û ziman bi xwe jî hêdî hêdî hatiye rinîn û ta niha jî mixabin di gelek cih de ew rinîn her berdewam e.

bi sedan û hezaran peyv û heta çavkaniyê jî winda bûne û bêrol bûne,

li herêma Behdînanê çavkaniya “Nojîn” weke Nojîn û Nojdar û… ta niha jî roldar e, çavkaniya “Nojîn”ê dikare rola xwe bilîze, li dewsa peyvên biyanî li vir û li wir bînin, em dikanin bi çavkanî û peyvên xwe zimên rengîn û zengîn bikin li ser bingeha zanista zimên û rêsayên rêzimana Kurdî.  

di vir de ji bo zelalbûnê me hinke mînakan nivîsandiye, wek:

-Nojîn - çaresera nexweşî

-Nojist - tib

-Nojistî - tibî

-Nojyar - doktor, pizîşik

-Nojyarî - doktorî, pizîşkî

-Nojîngeh - nexweşxane

-Nojdar - xwedan noj û şîfa.

.

Çavkaniya “Zanîn” jî weke mînakek li ser heman rêça çavkaniya “Nojîn”ê bi awayekî gelek rast û durust hatiye xemlandin, wek:

-Zanîn

-Zanist

-Zanistî

-Zanyar

-Zanyarî

-Zanîngeh

Carekî hevalek got: peyva (nexweşxane)yê êdî cihê xwe girtiye, min jî got:

  1. Nojîngeh cihê nojîn û şîfa û îlac kirina nexweşan e, neku xan û mala nexweşan
  2. Eger wisa be baş e em jî li dewsa (zanîngeh)ê dibêjin: (şagirtxane).

di vir de dixwazim bêjim ji bo zimanê serdem û nûjen pêwîstiya me bi gelek karên nû û durust heye da ku zimanê Kurdî jî bikane ligel rewta serdemê bimeşe.

// Qandîl Şeyxbizînî

dîtin: 51

Pêveker:

Çavkaniya nojÎn