• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Çekdarên El-Nusra Sûriyê hevdixin dibin Tirkiyê difroşin

Çekdarên El-Nusra Sûriyê hevdixin dibin Tirkiyê difroşin


barkirin: Êlûn 16, 2013, 12:31


Hat zanîn, li Sûriyê Cebhet el Nusra û artêşa Azad kargehên Sûriyê ji hevdixin û perçe perçe li Tirkiyê difroşin.

Li gor rojnameya Taraf a tirkî, hêzên rêxistina Cebhet El-Nusra û hin komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê, di deriyên di bin kontirola wan de, kargehên Sûriyê ji hevdixin û perçe perçe li Tirkiyê difroşin.

Li gorî nûçeyê, hinek ji karsazên Sûriyê ji wan perçeyên kargehan careke din kargehê li Tirkiyê ava dikin û gelek kes jî wan di bazarê de wek amêreke destê duyem difroşin.

Hat ragihandin ku piraniya van perçeyên kargehan ji bajarê Helebê tînin û bi kamyonan di sînor re derbas dikin û hin sîmsar hene ku wan perçeyan dibin bajarê Stembolê û rê dikin Ewropayê.

Wek tê zanîn, ji sedema şer û pevçûnan li Sûriyê gelek kargeh û fabrîkayên dewletê û hinek jî yên taybet rawestiyane û nikarin kar bikin.

dîtin: 181

Pêveker:

Çekdarên el nusra sûriyê hevdixin dibin tirkiyê difroşin