• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Çemçemal: Merasîma salvegera karesata Enfalê birêve çû

Çemçemal: Merasîma salvegera karesata Enfalê birêve çû


barkirin: Nîsan 14, 2014, 2:45


Îro li bajarê Çemçemala Herêma Kurdistanê  li ber monomênta Enfalê  bi amadebûna kesûkarên şehîdên enfalkiriyan û nûnerê serokomarê Îraqê Qubad Talebanî, nûnerê serokê Herêma Kurdistanê Muhîb Barzanî, yada 26`emîn salvegera karesata enfalê bi dirûşma ji rundikan berve hêvî hate kirin.

Merasîm bi xulekek westan ser cane pakê şehîdên enfalê destpê kir û piştre gotara rêveberiya Çemçemalê ji aliyê qeymeqamê Çemçemalê Amanc Mihemed ve hate xwendin û di gotina xwe de qeymeqamê Çemçemalê bixêrhatina mêvanên ku beşdarî li yada karesata enfalê kirine kir û spasiya partiyên siyasî jî ku îroj bangeşeyên hilbijartinê weku wefayek bo cane pakê enfalkiriyan rawestandine kir.

Amanc Mihemed got: îro li hizûra rihê pakê enfalkiriyan em sekinîne û soza xwe bo wan dupat dikin ku xwîna wan bi hedir naçe û emê azadiyek zêdetir li welatê xwe berceste bikin.

Her weha di axaftina xwe de qeymeqamê Çemçemalê çend daxwazî arasteyî hikûmeta herêma kurdistanê jî kir ji wan daxwaz kir ku Çemçemal bibe paytexta şehîdan û xizmeta zêdetir bow î bajarî bête kirin, ji ber ku ev bajar di dema borî de pişka şer ya qurbaniyên enfalê berkeftiye.

Piştre wezîrê şehîdan û karûbarê enfalkiriyan mamoste Aram Ehmed gotara hikûmeta Herêma Kurdistanê xwend û di gotina xwe de spasiya kesûkarên serbilind ên şehîdên enfalê kir ku hertim xweragirbûn li asta ew qurbaniyên ku pêşkêşî bi ax û welatê xwe kirine de.

Aram Ehmed gotî: Ev destkeftiyên îro li saya qurbaniyên enfalê hatine cî û pêwîste hemû van destkeftan biparêzin. Her weha nîgeraniya xwe jî ji hikûmeta herêma Kurdistanê re diyar kir ku heya niha li hemberî hikûmeta navend nekariye qerebûya warisên şehîdên enfalkirî bikin.
Li dawiya gotara xwe de jî wezîrê şehîdan û enfalkiriyan soza xwe bo warisên şehîdan û enfalkiriyan dupat kir ku hikûmeta Herêma kurdistanê xizmeta zêdetir bo wan pêşkêş bike.

Her di merasîmê de gotara kesûkarên şehîdên enfalkirî jî hate xwendin û têde destxweşî li hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku kariye xizmetên berçav bo warisên şehîdên enfalkirî pêkêş bikin her weha daxwaz kirin ku bi giringî temaşeyî dosyeya enfalê bikin bo nasandina wê dosyê bi jenûsîd li cîhanê her weha daxwaz kirin ku hikûmeta Herêmê karesata enfalê bixin programên xwendinê de.

Di beşek din a merasîmê de tace gula serokomarê Êraqê û serokê Herêma kurdistanê û hikûmeta herêmê û aliyên siyasî danîn ser sembola şehîdên enfalê hate danîn.

PUKmedia

dîtin: 406

Pêveker:

Çemçemal merasîma salvegera karesata enfalê birêve çû