• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Cemil Bayik; Şoreşa Rojava bi Komployekê ve rûbirûye

Cemil Bayik; Şoreşa Rojava bi Komployekê ve rûbirûye


barkirin: Gelawêj 5, 2013, 4:38


Li Rojavayê Kurdistanê li dijî gelê Kurd êrîşên hovane pêk tên. Li parçeyên dîtir dijî Kurdan gelik caran şerê qirêj ku hatî meşandin neha jî dijî gelê Rojava tê meşandin. Kuştina 70 kesî, bi sedan revandin û dîlgirtin aşkere dide diyarkirin ku şerê qirêj yê ku dijî Kurdan tê meşandin çiqasî hovane û zilimdare. Semyanê Kurd, canê kurd û namûsa Kurd jî erzane. Ev nêrîna li Kurdan dide diyarkirin. Li ser navê Misilmantiyê tiştê ku li gelekî misilman tê kirin, rewşekî wisane ku ji aliyê hemî gelên Rojhilata navîn divê bête lanetkirin.

Êrîşên dijî Kurdan bi giştî bi mêjiyê nijandperestî tête kirin.  Piştî ku mêjiyê komarî-netewî yê modernîta Kapîtalîst kete Rojhilata Navîn êdî Kurd bi zilmekî wisan hatine beramberî hev ku di tu demên dîrokê de rastî wê nehatine. Komkujiyên ku li Koçgirî, Şex Seîd, Dêrsim û Agirî hatî pêkanîn komkujiyên wisane ku mêjiyê nijadperest yê komara-netew derxistiye holê. Komkujî û kuştinên Helebçe û Enfal ê jî komkujiyên nijadperestiyê ne. Di komkujiya cendekî û çandî de Komara Tirkî li pêş be jî tevayî komarên herêmê bûne xwedan heman mêjî û siyaseta komar-Netew.

Neha li Surî jî kesên bi rûyê Îslamê Êrîş dikin xwedan heman mêjiyî ne. Herçend rûyê Îslamê bipêçin jî ewana di bingeh de nijadperestên Erebin. Eger wisan nebane dî ji çavdêriya Kurdan ya li ser başar û şaroçkeyên xwe re rêza wan hebûya. Vê gavê dest ji şerê komarê berdane êrîşî Kurdan dikin. Vekirî wekî hemî nijadperest û netewperestan – Kurd kîne ku xwe bixwe birêve bibin- dibêjin. Bixwe nadin xwarin ku Kurd bibin xwedanê vîna xwe, xwe bixwe birêve bibin, xwedî li dewlemendiyên xwe derkevin. Sedema bingehîn ya êrîşkeriyê eve. Derveyê vê tu sedem nînin ku êrîşî Kurdan bikin.

Êrîşa li Rojava ji bo herkesekî azmûneke. Li devereke dîtir ya cîhanê di vê astê de êrîş bûbane dî herkes rabûba ser piyan. Ewrûpa, Emerîka bêdeng dimînin. Ew jî hez li Kurdê azad nakin.  Komarên herêmê ku ji Kurdan re dibêjin em birane em ji heman baweriyê ne ew jî ji li himber komkujiyê bêdeng dimînin. Rayedarên Tirk ku di her derfetî de dibêjin – Kurd birayên mene, kesek nikare me parçe bike- vekirî ji vê komkujiyê re çavên xwe digrin. Tirkiyeya ku li himber komkujiyên devereke dîtir ya cîhanê yekser hêrsa xwe dide nîşandan, komkujiya li kêleka xwe ji nedîtinê ve tê.  Hikumeta AKP ku komkujiya Misrê şermezar kir, ji komkujiya Kurdên ber serê xwe re deng dernaxe. Ya rastî çeteyên ku destek dike û xwedan dike van komkujiyan pêk tînin. Ev rastî jî dide diyarkirin ku ne tenê siyaseta navxweyî ya Komara Tirk di heman demê de siyaseta derve jî ji taybetmendiyên Şerê taybet yên demogojîk derdikeve.

Eniya paşiyê ya hemî hêzên çekdar yên nêzîkî sînorên Tirkî û dewrû berê wê Tirkiye. Tevayî dinya vê yekê dizane. Tirkî jî vêya piştdest nake. Dixwaze bi dayina vê destekê ve di Suriya nû de çalek bibe. Lê rewş ewe ku dema çû birincê sûkê ji savara malê bû. Herçend siyaseta xwe ya Surî dixwaze li ya Emerîka û Ewrûpa bîne jî vê demê di siyaseta herêmê de rewşa xwe ya herî qels dijî. Çeteyên ku Tirkî wan xwedî dike, dema dijî desthilata komara Surî encama ku dixwestin ne girtin neha jî berê xwe dane herêma Kurdan. Eger Tirkî desteka xwe ji çeteyên êrîşker venekêşê dê tovê dijminî û şerekî bê dawî dijî Kurdan biçîne.
Di vî şerê qirêj de PDK ji Tirkî û welatên dûjminê Kurdan yên dîtir bêhtir dibin berpirsiyariyê deye. Di dema herî sext ya Kurdên Rojava de pêşengiya dorpêçan û Ambargoyê dike. Ya ku hemî dorpêçan û Ambargoyan rewa dike helwestê PDK yê. Yê ku sînoran bi dijwarî digre PDK ye. Tu sînor ewqasî bi çekan wekî dîwar lê nehatiye werçerxandin. Bi vî helwestê xwe dibe parçeyek ji nexşa dijî Şoreşa Rojava. Di vê dema ku konferansa Netewî di rojevêdeye tu derbirîna vî helwestî dê nebê.

Dijî şoreşa Rojava komployek, nexşek heye.  Eger dorpêçan û Ambargoya dijî Rojava bi vî rengî berdewam bike dê bêhtir pirsa ku PDK li kîdera vê Komplo û dorpêçê deye bêhtir bête pirsîn.

Hîna ku gelo Kurdistana Bakur komploya 1999 ê jibîr nekirî, di dema komploya dijî Şoreşa Rojava de dema PDK dibe aliyê dorpêç û ambargoyê dê bihêle ku têkevê nava xirabiyên ku di dîrokê de neyêne jibîrkirin.

wergêr: Rewanbej.com

dîtin: 155

Pêveker:

cemil bayik Şoreşa rojava bi komployekê ve rûbirûye