• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Çend guman û pêşniyar li ser Şengalê

Çend guman û pêşniyar li ser Şengalê


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Gelawêj 3, 2014, 3:33


Mixabin tê gotin ku hêzên DAÎSHê ketina nava Shengalê!! Ger wiha be:
1. Ewê di dema herî kurt de tevkujiyên hovane li dijî Kurdên Êzidî pêk bînin.

2. Ewê Hemû shûnewarên dîrokî û kevnar li Shengal û herêmên din bipeqînin û nasnama bajar bikene îslamî.

3. Ewê hêrishên xwe li dijî Kerkûk, Dihuk û herêmên din yên Kurdistanê berfirehtir bikin.

4. DAÎSH ji bo cî bi cîkirina armancên xwe yên pashvero rehmê bi ti kesî nakin. Kushtina mirovan ji wan re wesîleyeke ku pêre bigehin armancên xwe yên hovane..

5. Dewleta Tirkiyê û Sûriyê bi hemû shêweyan hevkariya DAÎSHê dikin. Divê Kurd bashtir li derdora xwe û têkeliyên xwe yên siyasî temashe bikin.

Divê Kurd chi bikin?
1. Hemû hêza xwe bikin yek û bi leshkerekî hevbesh hêrishê bikene ser DAÎSHê.

2. Heya dîsa derengtir nebûye hêzên HPG û PYD jî bêne bashûr û hevkariya hêza PÊSHMERGE bidin. Bila êdî derfetên mezintir ji dest nechin.

3. Pêwîste di vê rewsha hesas û dîrokî de hemû partiyên Kurdistanê bi bê li ber chavgirtina berjewesndiyên bertesk ên hizb û shexsan li dijî DAÎSH bibin yek. Di vê navê de chaveraniya herî zêde ji PDK. PKK, YNK, GORAN, PYD tê payîn.

4. Pêwîste DAÎSH û hevalbendên wan bash bizanîbin ku êdî serdema 1500 sal berî niha derbas bûye. Ew nikarin bi tevkujiyê îslamê belav bikin.

5. Li dijî heldanên dewletên cîran û hevkariyên wan yên ji DAÎSHê re jî hemû partiyên Kurd bibin xwedî stratêjiyek hevpar.

 

dîtin: 514

Pêveker:

Çend guman û pêşniyar li ser Şengalê