• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Çeteyên Îslamî 1700 kes wekî mirîşka kuştin

Çeteyên Îslamî 1700 kes wekî mirîşka kuştin


barkirin: Hêzîran 15, 2014, 1:42


Rêxistina tarî ya Rojhilata Navîn Dewleta Îraq û Şamê ya Islamî ku navê DAÎŞ tê nasîn komkujiyeka mezin pêk anî.

Teroristên Îslamî ku di encama leyistokeka navdewletî de yekser Musil xistin dest xwe êrîş birin ser çend bajarên dîtir yên Iraqê. Bajarê Saddam Huseyin Tikrît a ku 180 kilometre dikeve bakurê rojavayê Bexdayê de xistin dest xwe.
Li gorî hesabê twitterê yê DAÎŞ ê bi awayekî fermî hate ragihandin ku di van tevgeran de nêzîkî 2500 leşkerê iraqî dîl hatine girtin. Di nava van kesan de 1700 kesê Şiî hatine bi guleyan hatine kuştin li gorî dazanînê kesên mayî kesên Sunî jî di encama fermana serokê DAÎŞ ê Ebu Bekir El Bagdadî hatine bexşîn û nehatine kuştin.

DAÎŞÊ Wêneyê kuştina 1700 kesî jî belav kir.
Komkujiya ku DAÎŞÊ pêk anî wekî komkujiuya herî mezin ya giştî ya sedsala 21 an tête dîtin.

dais_1700

dais_1700_rewanbej dais_1700_rewanbej-com

dîtin: 500

Pêveker:

Çeteyên Îslamî 1700 kes wekî mirîşka kuştin