• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
CHP: Dê Erdogan beriya hilbijarinên herêmî dest ji siyasetê berde

CHP: Dê Erdogan beriya hilbijarinên herêmî dest ji siyasetê berde


barkirin: Adar 22, 2014, 10:18


Alîkarê serokê giştî yê CHP Umut Oran diyar kir di nava vê hefteyê de dê geşedanên nû rû bidin û îdîa kir ku wê serokwezîr Erdogan beriya hilbijartinên 30 Adarê dest ji siyasetê berde.

Li Tirkiyê piştî operasyona 17 Kanûnê yê bertîl û gendeliyê û vir ve her kêliyê der barê siyasetmedarên AKP de skandaleke nû derdikeve holê. Piştî aşkerebûna gendelî û bertîlê qeydên axavtina telefonan û dîmenên gendeliyê nerazîbûna li dijî AKP jî zêde bû. Herî dawî bi qedexekirina tora civakî Twitterê berteka li dijî Erdogan derkete asta herî bilind. Alîkarê serokê giştî yê CHP Umut Oran, di civînekê çapemeniyê de axivî û got ku ti ferqa qedexekirina twitter û çapxaneyan nîne. Eve pêngavekê li dijî serdemê ye. Oran got: Di dîrokê de navê Erdogan wê weke dîktatorê herî navdar yê li dijî demokrasî û azadiyan, bête nivîsandin.

Umut Oran diyar kir ku dê di nava vê hefteyê de geşedanên nû rûbidin û di encam de jî wê Erdogan beriya hilbijartinên 30 Adarê dest ji siyasetê berde. Oran got: ”Piştî qedexekirina twitterê wê Erdogan roja 30 Adarê li ser kursiya xwe nemîne. Wesa diyare ku dê li tirkiyê hilbijartinên pêşwext bêne kirin.

Umut Oran behsa piştgiriya Erdogan ya ji rêxistina El Nusra re jî kir û da zanîn ku Erdogan ji bo El Nusra ji lîsteya terorê derbixe li Amerîkayê xebatên lobî dike û got: ”çima dixwaze El Nusra ji lîsteya terorê derbixe? Nexwe pirsgirêkek heye ku didirse xelk bibîhîse. Lê teqez dê ew jî aşkira bibe.”

Alîkarê serokê giştî yê CHP Umut Oran diyar kir ku Erdogan ji hilbijartinan ditirse û îdîa kir ku ji bo hilbijartin nebe Erdogan dê lîstokan bike. Dibe ku li dijî xwe suîkastekê qestî amade bike an jî tevlîheviyekê din derbixe.

 

dîtin: 387

Pêveker:

chp erdogan beriya hilbijarinên herêmî dest ji siyasetê berde