• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Cîran quneke em dîse bi seyê wî ve mijûlin

Cîran quneke em dîse bi seyê wî ve mijûlin


nivîskar: Agirî Soran
barkirin: Êlûn 23, 2014, 2:42


 

Bi taybet di vê demê de biqasî yekbûn û hevgirtina Kurdan, ewqas jî parçebûna Kurdan çêbûye û çêdibe. Dilxwazî û pêkhatin gelik dûrî hevin. Gelik caran Kurdên Rojava rexne û gotinên Kurdên bakur li partiyên Kurd yên Bakur tênaghêjin û napejirînin û carinan tênine wê aste ku bi tundî dijî van rexneyan derdikevin. Heta gelik Kurdên Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi rengekî hişk û dijwar piştevaniya xwe bo HDP û siyasetmedar û siyaseta Kurdan ya li Bakur rave dikin.
An jî gelik caran gelik kes û rewşenbîr û nivîskarên Bakurî û Başûrî jî rexneyên dijwar li PYD û YPG dikin û vêya dighînine astekî wisan ku PYD û YPG çiloyek bane wî dibin barê rexne û gotinên wan de hilweşiyabane.
Di hindek tiştan de Kurd êşên hevdû tênaghêjin.
Mînak gelik caran Kurdên Rojava hestên Kurdên bakur tênaghêjin. Her çend zanibin jî nezanin di vî warî de.
Nahizirin dema ku di salên heftê û heştêyan de ji bo sitranekê çawan dû leşkerên tirk dihatin gundan hemî gundî didane ber lêdana daran û nîvê şeva êrîşî mala dikirin derî dişkandin.

Nahizirin dema ku wan kesên neha bûne 40 salî berî 20-30 salî di dibistanên seretayî de ji ber ku tenê bi Kurdî dizanîn hetanî xwîn ji tiliyê wan bihatana lêdan dixwarin.

Nahizirin dema ku pîr û kalên Kurdan li ber destê sertîpên Tirkan dibûn belengaz, herroj berê wan dikete qereqolên gunda.
Nahizirin dema ku li bajarê Tirka Kurda devê xwe xwehr dikirin da ku tirkiyeke baş bi peyivin da ku nanê devê zarokê wan jidest wan neçe.
Nahizirin dema ku gerîlla şehîd diketin, hevalê wan piştî bidawîbûna şer diçûn meytê hevalên xwe yên parçekirî ji ser çiqlê daran kom dikirin, komên gerîllayên şehîd li ser hev şewitî binax dikirin.

Û bi milyonan mînakên bi vî rengî.
Hindek rastî hene mirov Kurd jî be, peywendiya xwe bi derûn û rewşa derûnî ya mirov ve heye. Hetanî hun tiştekî nejîn û nebînin hestpêkirina we jî ewqas zehmete.
Ji ber vê yekê jî dema Kurdekî bakurî bi guman nêzîkî pêvajoyan, û qonaxan û aşîtiyan û partiyan û biratiyan û meclîsan û nizanim çiyê li gel tirkan bibe ji bo ku Kurdekî rojava li himber vê rexne û gumanê tiştekî bibêje divê 40 carî bihizire paşê bersivê bide. Berî bi çil salî cihê lê dirûşm û slogan nedihatin avêtin cihê metirsiyê bû. Lê îro cihê lê guman û şik nebê cihê metirsiyê ye ji ber ku rewşa Kurdan 40 qatî hatiye guhertin.

 

Hindek kes, kurd, rewşenbîr, nivîskar an jî siyasetvan bi heman rengî li PYD û YPG jî dinêrin û rexne dikin. An jî bê pîvan biser da diçin.
Ew jî nizanin bê bênasnameyî çiye, ji bo Kurdekî Rojava bênavî çiye, bê tevgerî çiye, wekî komek kêmnetew di nav koma hovên erebde jiyankirin çiye. Zilm û zordestiya ku rejîma Sûrî û êl û eşîrên ereban li ser Kurdan kirî çiye.
Nahizirin bê çavê wan hertim li bakur û tirkiyê û welatên derdorê bûyîn çiye. Nahizirin bê li gel hemî hestên kurdewarî, pêşketina çandî, wêjeyî û wekî wêna di qirika xwede fetisandin çiye. Û bi dihan mînakên wisan.

Lê evna li gel rewşên ku ezê neha rêz bikim dîsan sivik dimînin.
Gelik Kurdên Başûr û bakur nizanin bê hemî dîroka xwe gorî bakur û başûr kirin çiye. Na hizirin ku di hemî serhildanên Kurdan de û yên hemî parçeyan de şervanên Rojavayî xwîna xwe rijandine û dîsan jî ne wan siyasetan ne wan parçeyan nirxê hêjayî wê pîroziyê bi wan nedaye.
Nahizirin û nabînin ku Rojava bi hejmara xwe ya nêzîkî 1,5 milyonê Şoreşa bakur xwedî kir, ji roja yekem ve li gel şoreşa barzanî bû.
Eger li bakurê Kurdistan 100 malbatekî bi destê xwe zarokên xwe rêkiribine nav gerîlla û pkk, malbatên Rojavayî 100 kes jî nemaye hemiyan bi destê xwe zarokên xwe hîna di temenê biçûk de birine radestî pkk kirine û rêkirine ji bo şoreşa bakur.

Ji ber vê yekê jî PYD û YPG ji hemî Kurdan bêhtir, herî zêde ji bo Kurdên Rojava doza hebûn û tunebûnê, doza azadbûn û koletiyê ye. Çiqas Kurdekî welatperwer nirxê vêya bizanibe jî wekî Kurdekî Rojava nizane.
Di warê siyasî de kî çawan dibîne bila bibîne. Rastî eve.

Awirek ji yê we cûdatir li qonaxên nû ; destpêkirina pêvajoya çareseriyê û pêvajoya aloziyeke nû

Qaşo eve 40 sale Tirkî dijî PKK şer dike. Ez dibêjim –Qaşo- Ji ber ku hindek gumanên min hene ku rastî ev şer yê Kurd û Tirkan bû.
Eger em hindek xalên giring û pêşçav bidin dest.
Di vî şerî de Sedî 80 Kurd, sedî 20 Tirk hatine kuştin. Gelo ev çawan çêdibe?

Gerîlla Kurd bû, milîsên di gundan de yên ku arîkariya gerîlla dikirin Kurd bûn. Welatparêzên ku ji ber arîkariyê û piştevaniyê û Kurdîtiyê dihatine şehîdkirin Kurdbûn, Cehşên ku ji leşkeran bêhtir astengî derxistî û bi dehan sal pêşî li gerîîla girtî û şer di quncikên çiya de fetisandî Kurd bûn. Ji xwe rojekê tê bîra min sala 96 ê bû. Cehşekî Gerdiya di amêra axaftinê de bi Kurdî axifî û got; Heval eger hun rojekê Kurdistanê rizgar bikin jî em dê derkevin serê çiya û em dê dijî we şer bikin.
Em werin ser mijarê. Sîxûrên dewletê yên ku ji aliyê gerîlla ve dihatin kuştin jî Kurdbûn. Kesên ku ji nava şer direviyan û xwe teslîmî dewletê dikirin û dihatin gerîlla şehîd dikirin jî Kurd bûn. Beşekî zêde mamoste, polîs jî Kurdbûn. Beşekî zêde leşkerên ku ji aliyê gerîlla ve dihatin kuştin jî Kurdbûn.

Û her çend dengên piçûk di nava van çil salan de derketibin jî şer tenê li Kurdistanê hate meşandin. Şer derbasî tirkî nebû. Bi kinayî gundên şewitî yên Kurda bûn. Erdên talanbûyî yên Kurdan bûn. Deverên valabûyî yê Kurdan bûn. Bi hemî rengî Kurdan ji vî şerî xisar dît hetanî ku Kurd bêzar bûn. Û Gotin; Heyran bila aşîtî be çawa dibe bila bibe.
Hate wê radeyê ku komara tirk aşkere û vekirî Kurdan diqelîne dîsan jî Kurd ji ber bêzariya xwe ya şer, zindanî, tunebûn, malwêraniyê êdî dîsan jî hêviyên xwe bi hestên rayedarên Tirkiyê ve girê bidin ku ewana bi xeyalên avakirina sînor û împaratoriya osmanî ve tev digerin.
Êdî hate wê radeyê ku ji aliyê siyasetmedarên Kurd yên ku gel bi hemî hêza xwe ve piştevaniyê dide wan ve tê ziman ku Tirkî Çekan bide PKK û PKK wekî hêzekî xwe li başûr û iraqê bikar bîne.

An gel ji şer bêzar bû û ji vê yekê re li çepka dixe, an jî şer ji gel bêzar bû.

 

Ji aliyekî ve li bakur rewş eveye. Derveyî çend gotinên hevdû xwerandinê rewş aram bûye. Her çend bi hezaran çekdar li çiyê jî bin, her çend bi dehhezaran girtî hîna jî bi rengekî perîşan di zindanan de jî bin, rewş gelekî başe. Şer nîne.

Lê çîroka komara tirk berdewame. Her çend em Kurdên bakur û başûr û rojava û rojhilat pir hevdû têneghêjin jî, ji bo Tirkiyê hemî her wekî yekin. Dîsan çîrok berdewame. Ji aliyekî ve nava xwe aram kir û siyasetmedarên Kurd yên herî tuj û dijwar di bin sîbera parlemena xwe de kedî kirine ji aliyê dîtir ve bi yasa û rêbaz û zagonên wê parlemenê ve hêzekî cehş an jî çete xwedî dike û bi destê wan dîsan Kurdan dikuje. Vê carê çîroka xwe li Başûr û rojava berdewam dike. Dîsan heman çîrok, di encam de Kurd têne kuştin. Zarok jî bin Kurdin, Jin jî bin Kurdin, serjê bibin jî Kurdin, PKK jî be Kurdin, Pêşmerge jî bin Kurdin, YPG û PYD jî be Kurdin. Bo vê yekê Tirkî Dewra Emerîkayeka rojhilata navîn ji zûve dilîze û eve bi ser xistiye. Nava min bila aram be lê deverên dîtir ez li gorî kêfa xwe têk bidim.
Bi şev û bi roj çêkirina nûçeyan li ser hevkarî û biratî û yekgirtin û piştevaniya Dewleta Tirkiyê ji bo daîş tu sûda xwe ji bo tukesekî nîne. Ji ber ku êdî kor û ker jî vêya dibînin û dibhîzin û dizanin. Hem PDK, hem jî siyasetvanên bakur guh û çavên xwe digrin gêbûman devê xwe jî .

Eger ku tunebûna Şengalekê, Tunebûna Kobanêyekê nebê sedem ku deh pêvajoyên çareseriyê xirab bibin û yekser hêzên çekdarî gefa xwe li ser Tirkiyê bikin wê demê gelo ku Amed tune bibe, an Mêrdîn an Şirnex an jî deverekî dî ji bakur wê demê dê pêvajo têk biçe? An jî eger ku ew tanqên ku îro bi serleşkerên tirkan ve têne ajotin û bi ser Kobanê ve tên, bikevin Hewlêrê dê helwestê Kurdan dijî Tirkî bê guhertin?

Herdu serê darik guye. Gelo bersiv çiye? Eger hun bêjin dê pêvajo xirab bibe an jî dê PDK têkiliyê xwe û tirkiyê rawestîne û helwestê xwe tund dayne, wê demê parçegerî heye û Şengal û Kobanê ji bo Kurdan sûda xwe nîne.
Eger hun bêjin na pêvajo xirab nabe, wê demê hêzên Kurdan yên siyasî gel dixapînin û hezar gumanên dîtir dê derkevin holê.

Ez bawerim ew leşkerên tirkan yên ku tenqan dajonin jî Kurdin. Çawan be 40 salî wisan li Kurdan kirin.
Hemî siyasetvan û hêzên siyasî yên Kurd ji min û hemî Kurdan bêhtir dizanin ku berxwedana li himber Daîş her çend pîroz û dîrokî jî be warê leşkerî de û di warê siyasî de ne serkeftineke. Ji ber ku xwedanê kuçik ew berdaye nav pez, êdî şivan eger karî wî kuçikî dê kuçikekî dî rêkê ser. Ma ne çilo bê xwedanê kuçik cîrane û naxwaze ku pez biçêre. Îro ev kuçik bête kuştin jî, xwedan cîrane dê kengî kuçikekî an jî marekî bera nav pez bide kes nizane. Wê demê doza me ewe ku em xwedanê kuçik çareser bikin. Qet nebê da ku piştî kuştina vî kuçikî yekî dîtir bera nav pez nede.

 

dîtin: 257

Pêveker:

cîran quneke em dîse bi seyê ve mijûlin

Babetên nêzîk