• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

Civak - Pel 2

Hemî tiştên di berbarê civakê de

Êlûn 3, 2015, 10:56

Di heman rojê de lêdana kuştinê li zarokekî Rojava xistin

Roja ku termê Aylan zarokê Kobanî li kendavê Tirkiyê xist (01.09.2015), wê roja ku cîhan li ser wî zarokî girî û Tirkiyê jî, him wekî hikumet him wekî partiyên siyasî yên Kurdînehez li Enqerê, di metroyê de tirkan kuştina mirinê li zarokekî rojavayî xistin. Destpêkê Tirkên di wira ve diçin li destma.. berdewam...
Êlûn 3, 2015, 10:26

Wêneyê zarokê Kurd Alan, cîhanê dihejîne, Zarokê Kobanî bû

Duyê meha Êlûnê wêneyek di bergê weşanên cîhanî de belav bû. Wêne ji aliyê rojnamevaneka Tirk Nilufer Dermir ve li kendavên derya Sipî nêzîkî bajarê Bodrûma Tirkiyê hatibû girtin.Bi sedhezaran mirov herroj di deryayên navbeyna Ewrûpa û cîhanên dîtir de di xeniqîn û termê wan li kendava dida.Lê vê ca.. berdewam...
Êlûn 1, 2015, 11:20

Li Manîsa ya Tirkiyê destê wan girêdayî hatin dîtin

Dihunê li bajarê Tirkî Manîsa yê 13 penaberên Rojava û Sûrî destê wan girêdayî di xaniyekî baxçe de hatin dîtin.Li gorî nûçeyê qaçaxçiyan hêviya veguhestina wan ya Yunanistanê dane û paşê ew di xanî de girê dane û xwestine birevin. Di wê navberê de nobedarê baxçe qaçaxçî dîtine. Di wê navberê de baz.. berdewam...
Gelawêj 31, 2015, 11:22

Ferqîn ; Bi bombeya YDG-H zarokek hat kuştin

Dihunê li Ferqînê li ser rêya Amedê bombeyek teqiya di encam de zarokekî 13 salî hate kuştin.Li gorî agahiyên ji Ferqînê hatî girtin bombe ji aliyê YDG-H ve hatibû danîn.Çavkaniya ku zanyarî bo rewnabêj gehandî weha diyar kir; `Dihunê serê sibê li Ferqînê ser rêka Amedê nêzîkî termînala dolmîşa bomb.. berdewam...
Gelawêj 26, 2015, 9:34

Egera darvekirina girtiyê Kurd li Urmiyê

Li gor zanyariyan girtiyê Kurd yê bi navê Bêhroz Alxanî (30) ji bo cîbicîh kirina hûkmê darvekirinê ji benda giştî ya girtîgeha Urmiyê bo hucreya takekesiyê hatiye veguhestin.Elxanî di meha çileya 2010ê de li bajarê Selmas a rojhilatê Kurdistanê hatiye binçav kirin û zêdetirî salekî bê hebûna parêze.. berdewam...
Gelawêj 25, 2015, 9:02

Erebîstanê di salekê de 175 kes darve kirine

Amnesty International di raporeta xwe ya nû de dibêje, Erebistana Siûdî di sala borî de her du rojan kesek bidarve kiriye.Di raporta wê rêxistinê de hatiye, ji meha August a sala 204ê heya June a 2015 ê li Erebstana Siûdî herî kêm 175 kes hatine darve kirin.Li gor wê rêxistna parêzvana mafê nirovan,.. berdewam...
Gelawêj 25, 2015, 8:52

Di şeş mehan de 58 jin mirin

Li gor ragehandina Rêveberiya Rêgirtina ji Tund û tijiya li hember Jinan li bajarê Silêmaniyê, di şeş mehên îsal de, (58) jinan jiyana xwe ji dest dane.Di heman ragehandinê de hatiye, asta vekirina doza jinan bi awayekî berçav zêde bûye û di nava wan (6) mehan de (460) jinan doz li dijî zilam û kes .. berdewam...
Gelawêj 19, 2015, 3:53

ÎRAN; di 10 salan de 420 hezar zarok zewicîne

Li gor amarên dawiyê saziya tomar kirina kesayetiyan li Îranê ji sala 2009 heya 2014ê nêzî 420 hezar keçên jêr temenê 15 saliyê li wî welatî zewicîne.Li gor raporta rojnameya Şehrwend a Îranî, di nava wan salan de zêdetirî 484 kurên Îranî jî di temenê jêr 20 saliyê de zewicîne.Çend roj berê jî, Sero.. berdewam...
Gelawêj 18, 2015, 11:45

Keçika Helebceyî piştî 27 salan malbata xwe dît

Keçikeke Helebceyî (Meryem Barudçî) ku piştî bombebarana kimyayî ya bajarê Helebcê (16.03.1988) ji bo tedaviyê bo welatê Îranê hatibû şandin, ji ber amade nebûna malbatê li Îranê wenda bibû û malbateke Îranî xwedî kirina vê girtibû ser xwe.Piştî derbaz bûna (27) salan keça wendabûyî li gor nave ku m.. berdewam...
Gelawêj 13, 2015, 9:18

Namahrem; keça wî ji bo “şerefê” mir

Bila keça min bifetise lê destê ”Namehrem” lê nekeve Li Dubai yê, bavekî Ereb îzin neda melevanan keça vî ya bîst salî ku li lêvara Dubai yê de xeniqî rizgar bikin.Vî ji polîsan re gotiye ku nedixwest kesên ”Namehrem” dest li laşê keça vî bidin.Vê nûçeyê di demeke kêm de serdêra piraniya medyayên Er.. berdewam...
Hêzîran 22, 2015, 2:20

Ji Bicîhbûna Kurdên Qanarya’ya Stenbolê Heta Serhildana Kobanê !

Navê Qanarya ji gotina ‘Kapanarya’ ku bi zimanê rûmî ye tê; vateya wê bihûşta balindeyan e. Ji ber vê yekê hemî cade û kolanên wê jî bi navê balindeyan hatiye lêkirin. Ji mêj ve ye gundê girêdayî bajaroka Kuçukçekmece ye ew jî wextekê girêdayî navçeya Bakirkoya Stenbolê bû. Çaxê ko bavê min ji Kurdi.. berdewam...
Nîsan 11, 2015, 3:04

Li Bazîdê Sosreta malbatekê 8 kes mirin

Li gundê Berbere ya ser bi Bazîdê ve malbatek tunebû. Cotên bi navê Antika û Abdulkadir Zeyat li gel 6 zarokên xwe di malde mirî hatine dîtin. Tête gotin ku malbata zeyat dibe bi jehrê ketibin an jî bi gaza tup miribin. Kurê malbatê Kemal Zeyat ê 19 salî ji ber sedema kar çûbû Stenbolê bo wê yekê ji.. berdewam...
Nîsan 4, 2015, 6:07

Pîroziya Çarşembê di kultura Kurdî da – Xelek 1 | Sozdar Mîdî

Tîrêjên ÇarşembêXelek 1Pîroziya Çarşembê di Kultura Kurdî daGel û Cultur:Dar li ser kokên xwe radibin, gel jî li ser kulturê xwe serî hildidin, gelê ku dest ji kuturê xwe beradide tê rûxandin. Û tevî ku așên dagîrkeran bi hêz û xusar bûn, pir gel hêran û pișaftin, ew ji kulturên wan kirin, lê nikarî.. berdewam...
Nîsan 4, 2015, 4:38

Qatliyama Hesekê û Newroza 2015 an

Newroza 2015 an a derbasbûyî li tevahiya kurdan û gel ê rojhilata navîn pîrozbe, hêvîdarim wê ew roj werê ku gel ê kurd û gel ê rojhilata navîn her sal dinava aşîtî, birati, aramî û bi hemu rengên xwe ve newrozên xwe pîroz bikin. Lê mixabin wekî ku em dizanin bi deh salan despot, dîktetor û dagirke-.. berdewam...
Adar 13, 2015, 4:14

Trêna ’’Li Aştiyê Binêre’’ Li Ankarayê ye

Ji bo piştgiriya pêvajoya çareseriyê dê bixebiteAştîxwazên ku piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê bi trêna “Li Aştiyê Binêre” ji Stenbolê bi rê ketin û hatin Enqereyê. Aştîxwaz di nava 10 rojan de dê li 8 bajaran rawestin û bi welatiyan re li ser aştiyê biaxivin. Trên di 21 Adarê Cejna Newrozê de d.. berdewam...
Adar 10, 2015, 9:58

Du jinên kurd 2 xelatên navnetewî wergirtin

Bi helkefta pîrozkirina 8ê Adarê, Roja Jinan a Cihanê, 2 jinên kurdên êzîdî ji ber xebata wan ya ji bo jinên êzîdî yên ku ji herêma Şengalê ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin, hatin xelatkirin.Perlementera kurda êzdî Vîyan Dexîl bi Xelata Anna Politkovskaya hat xelatkirin. Komîteya Xelata Anna Politko.. berdewam...
Adar 9, 2015, 11:45

Aliyên veşartî yên terora Olof Palme

Kurdên tawanbar di kuştina Olof Palme de kî/ê bûn? Dêrsim Oremar Bi derbaz bûna 29 sal li ser terora serokwezîrê berê yê Swêdê, hê jî aliyên veşartî yên kuştina wî nediyar û veşartî mane. Sîyasetmedarê Swêdî Sven Olof Joachim Palme (30 January 1927) ji sala 1969 heya 1986ê serokê Partiya Karkerên So.. berdewam...
Adar 6, 2015, 11:07

Lîsteya Porno di nav welatên erebî de

Li gorî rêzbendiya Malpera pornoyê ya PornHub, di nav welatên erebî de yên herî zêde li fîlmên porno dinêrin, Sûdanî û yên herî kêm temaşe dikin jî Iraqî ne.Ev rêzbendî jî bi vî awayî ye: 1-Sûdan 2-Somal 3-Qeter 4-Libnan 5-Morîtaniya 6-Îmarat 7-Sûriye 8-Yemen 9-Erebistana Siûdiye 10-Cezayir 11-Mexr.. berdewam...
Adar 5, 2015, 9:22

Li Welatî cemedê dişkînin û ajalên xwe av didin

Li Herêma Serhedê sir û seqemeke zêde heye. Şivan û gavanên xelata Belîsê ji bo ku ajalên xwe av bidin, cemeda li ser gola Nazûkê bi tevir û meran dişkînin.Her çiqas ku li Rojavayî welêt û deverên li ber behrê biharê dest pê kiribe jî li herêma Serhedê hêj berf û cemed berdewam e.Ji ber sermaya zêde.. berdewam...
Rêbendan 28, 2015, 5:39

Şervanên YPG’ê derbasî Til Birakê bûn

Şevranên YPG’ê piştî bajarokê Til Hemîs, şevê din ketin bajarokê Til Birakê. Şer û pevçûnên li herêmê didomin.Şervanên YPG/YPJ’ê piştî rizgarkirina Til Hemîs û gundên wê, berê xwe dan bajarokê Til Birak ê dikeve di navbera Qamişlo û Hesekê de. Piştî şervanên YPG’ê ketin bajarokê Til Birakê, di navbe.. berdewam...