• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Cînavkên Xwedîtiyê

Cînavkên Xwedîtiyê


nivîskar: Bawer Agirî
barkirin: Gelawêj 8, 2017, 9:31


Cînavkên xwedîtiyê bi veqetandekên binavkirî  ‘’-a’’,  ‘’-ê’’ û ‘’-ên’’ pêk tên. Lê ev veqetandek bi tena serê xwe nikarin bibin cînavk. Di kurdî de veqetandekên binavikirî  bi cînavkên kesane yên  tewandî; ‘’min, te, wî/wê, me, we, wan’’, cînavkên şanîdanê; ‘’vî, vê, van’’, cînavka ‘’xwe’’ û bi cînavkên berbihevîn; ‘’hev û êk’’ pêk tên.

Li vir ji cînavkan zêdetir ez dixwazim balê bikişînim ser mijara piştî qedandina peyvekê ya ku li gorî zayend û mêjerê bi dengdêrê diqede dibin ‘’yê (yekjimar nêr),  ya (yekjimar mê), yên (pirjimar’’ û bi dengdarê biqede jî dibin ‘’a (yekjimar mê), ê (yekjimar nêr), ên (pirjimar)’’ . Bi gotineke din dema ku tîpa peyvekê bi dengdêrê biqede tîpa kelijandinê ‘’y’’ digire. Ji bo ku mijar zelal bibe, em dikarin çend mînakan rêz bikin.

Peyvên ku bi dengdêrê diqedin ‘’ya  (yekjimar mê)’’ digirin.

Mînak:

Meta Zozanê ya li Amedê bûye bijîşk.
Mala me ya li gund ji ya bajêr xweştir e.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê her sal şahiya zimanê kurdî li dar dixe.

Peyvên ku bi dengdarê diqedin ‘’a  (yekjimar mê)’’ digirin.

Mînak:

Xwişka min a biçûk diçe dibistanê.
Tu wê bênûsa reş a li ser masê bide min.
Bêrîvan Xwendekara min a herî zîrek e.

Peyvên ku bi dengdêrê diqedin ‘’yê  (yekjimar nêr)’’ digirin.

Mînak:

Kurê Gulsimê mezin sibê tê.
Birayê te mezin çavşîn e.
Kurê apê wî biçûk bûye parêzer.

Peyvên ku bi dengdarê diqedin ‘’ê  (yekjimar nêr)’’ digirin.

Mînak:

Kurê apê min ê mezin parêzer e.
Ev bivir ê we ye.
Ev  birek ê wan e.

Peyvên ku bi dengdêrê diqedin ‘’yên  (pirjimar)’’ digirin.

Mînak:

Hevalên me yên hêja li ku man?
Ez ji nanê te sêlê pir hez dikim.
Darên ku we birîne yên me ne.

Peyvên ku bi dengdarê diqedin ‘’ên  (pirjimar)’’ digirin.

Mînak:

Ev pirtûk ên me ne.
Ew dar ên wan in.
Pezên han ên vî ne.

dîtin: 63

Pêveker:

cînavkên xwedîtiyê bawer agiri cinavken xweditiye kürtçe iyelik zamirleri