• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Civîna ku zirtê xwe pê didan û gef li Kurdan dixwarin bidawî hat

Civîna ku zirtê xwe pê didan û gef li Kurdan dixwarin bidawî hat


barkirin: Êlûn 22, 2017, 11:03




Civîna ku di rojên bihurî de Serkirdeyê Tirkîyê yê diktator Erdoxan pê zirtê xwe dida û gef li Kurdan dixwar, civîna "Desteya Ewlekariya Netewî MGK" ya tirkan bidawî hat.

Piştî civîna ku nêzîkî 3 demhijmêra dom kir daxuyanîyek hate dayin. Di daxuyaniyê de weha hate gotin;

- Beramber hemî hişyarîyan eger Referandûm pêk bê, tirkî bikaranîna hemî mafên xwe yên ji peywendiyên dualî û navnetewî derhatî, berdest dihêle.

- Hikumeta Herêma Kurdistanê, hatiye vexwendin beriya dema wê bibihure dest jî Referandûmê berde. Hatiye diyarkirin ji bo çareserkirina arîşeyan di peywendiyên di navbeyna hikûmeta herêmê û hikumeta Iraqê de Tirkî amadeye tiştên ji destê wê bê pêk bîne.

- Careka dîtir nerewabûn û nepejiranddêriya Referandûma hatiye ragihandin ku 25 ê Êlûna 2017 ê pêk bê hate diyarkirin.

- Hatiye derbirîn; eger di vê çewtiya ku li gel tirkî, Desteya Neteweyên Yekgirtî, Civaka Navnetewî û Hikumeta navendî ya Iraqê jî ne pejirandî de surbûn berdewam bike, dê encamên gelek xirab yên xisarê bidin Bakurê Iraqê û Herêma me tevî rû bidin.

-Referandûm gef li Ewlekariya Netewî ya tirkî dixwe.
 

dîtin: 91

Pêveker:

mgk desteya ewlekariya netewî tirk referandûm