• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Çîyayê Tendurekê

Çîyayê Tendurekê


nivîskar: Abdurrahman Onen
barkirin: Hêzîran 24, 2017, 12:00


Çîyayê Eledaxê ber bi bakurê rojhilat ve digîhêje ser Girê Gulîzar (2960 m.). Ji vir ber bi rojhilat ve erd bi derbekê bilind dibe û Çîyayê Tendurekê dest pê dike. Ji hin deverên vî çîyayî hin caran dûxan bilind dibe, ji hin qelş an qelîştekan germahîyek zêde ku dest li ber nayê sekinandin derdikeve, hin caran ji van qelşan teq û req jî tê bihîstin. Ji ber van sedeman tê gotin ku ev çîyayê volkanî hîn jî tam netemirîye, ev volkanekî çalak (aktîf) e an jî di demeke ne pir kevn de çalakbûna xwe qedandiye. Gelê derdora Ebexê dibe ku ji ber van sedeman, ji vî çîyayî re, Çîyayê Cehenemê dibêjin.
Navê gundeki Milazgirê jî Tendurek (Hasretpınar) e, li bakurê rojavayê Milazgirê, li nêzîkî sînorê Kopê dimîne.
Çîyayê Tendurekê, wek girseyek bilind li qadek pir fireh cî girtîye. Li hêlekê Gihadîn û Derbenda Îpekê, li hêla rojhilat jî Gelîyê Încesû û Rasta Ebexê vî çîyayî dorpêç dikin. Ji Gulîzar ber bi rojhilat ve çîya herî bilindtir dibe, li vê deverê wek mitikên deveyan gir bilind dibin, zangên (krater) vî çîyayî li vê deverê ne. Li hêla rojhilat Girê Boz (Boztepe3200 m.) heye, korta li serê vî girî pir fireh û kûr e, di vê kortê de golek biçûk jî heye. Ava vê golê şêrîn, zelal û rengşîn e. Ev gol bi ava berfê tije dibe. Rengê erdê li derdora vê golê boz e, ji xwelîya volkanî pêk tê.
Ji Girê Boz ber bi rojava ve çîya hinekî nizm dibe, lê piştî 5 kîlometreyan bi derbekê bilind dibe, li ser Çîyayê Tendurekê cîyê herî bilind Girê Horî (3660 m.) ye. Girekî pir tûjik e. Ji Girê Horî ber bi rojava ve zangeke pir mezin heye ku ji ya Girê Boz firehtir e. Derdora vê zangê 1300, kûrahîya wê 300, dirêjahîya ji bakur ber bi başûr 400 û ya ji rojhilat ber bi rojava ve 800 metre ye.  Ev zanga sereke ya Çîyayê Tendurekê, bi axeke sor ve hatîye nuxumandin, av û gîha li vê zangê tuneye, tu çalakî jî li vê zangê nayê dîtin, lê bîhna kukurdê her dem ji vê zangê belav dibe. Derveyî van her du zangên mezin (ya li Girê Boz û Girê Horî), li bakur û bakurê rojhilatê Çîyayê Boz çend zangên biçûk jî hene.
Li başûrê Çîyayê Tendurekê, çend golên biçûk li pê hev rêz dibin; yek ji van golan jî Gola Qazan e, Çemê Bendîmahî ji vê golê dest pê dike.
Derbenda Teperîzê (Çetemli Geçidi, 2600 m.), li rojhilatê Tendurekê, li ser sînorê Agirî û Wanê dimîne, rêya di nav Çaldiran û Bazîdê de di vê derbendê re derbas dibe.
Çîyayê Tendûrekê li Ebexê cîyekî pir mezin zeft dike, seranserê bakur û bakurê rojavayê Ebexê qada Tendûrekê ye. Seranserê başûrê Tendûrekê bi kevirên volkanî yên reş nixumandî ye, ji vê devera bi kevir re dibêjin Kirê Tendûrekê, ji bayê ku ji vê hêlê (bakur) tê re jî dibêjin Bayê Kirê Tendûrekê.
Tendûrek ber bi hêla başûr ango Ebexê ve teqîyaye, ji ber vê yekê kevirên volkanî yên reş li hêla Ebexê rijîyane. Bi taybet derdora Seregola Jorê hemû erd wek zevîyên kevirên reş xwiya dikin.
Li ser Tendûrekê du gir bilind dibin, girê hêla bakurê rojhilat hîn bilind û mezintir e. Gola Tendûrekê di nabêna her du giran de dimîne, goleke mezin û kûr e. Ji ber ku ava binê golê germtir e, ji bo vê golê wisa dibêjin: Ser av e, binî agir e. Ava golê ya hêla Ebexê sar e û bi cemax (dibe ku kukurt be) e, ji ber vê yekê diranên mirov û heywanên vê herêma ku vê avê vedixwin zû xera dibin. Ava Gola Tendûrekê ya li hêla Gîyadînê dimîne germ e û bê cemax e. Li ser ava ku ji Tendûrekê derdikeve û ber bi Gîyadînê diherike germav hene.
Kela Qirnîya li bakurê Seregola Jêrê dimîne, nêzîkî Tendûrekê ye, li ser wê çaleke mezin heye, heta ku berf bibare pez berdidin vê çalê. 400 pez dikeve vê çalê. Li derdora Tendûrekê daristan heye, lê li hêla Seregola Jêrê dar pir kêm in, tektûk darên gîzî, şîlan, bîhok û mazî hene. Çîyayê Gura Di nabêna Seregola Jorê û Sergola Jêrê de dimîne. Çîyayê Qaçê li serdestê Êgekumeytê dimîne.
Ebexe li gor gundên xwe dibe 4 herêm: Rêzegund, Gundên Rastê, Gundên Hidûd û Gundên Tendûrekê.

dîtin: 372

Pêveker:

tendurek çiya

Babetên nêzîk