• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Çiyayên Girît, Rûscûk û Kurdistanê

Çiyayên Girît, Rûscûk û Kurdistanê


nivîskar: Çiya Mazî
barkirin: Hêzîran 11, 2015, 2:30


Rêzenivîs (8) M.Çiya Mazî

29 XEWNÊN SERHILDANÊN KURDAN
(Ji Bo Zarok û Ciwanan)

Mîrê Muksê Mahmût Xan
Çiyayên Girît, Rûscûk û Kurdistanê

Gelî belengazên çiyayî; ez di nîgaş û xeyalên xwe de hê jî li salên 1830 û 40’î de bûm. İşev jî du dem bûn yek di xewna min de. Dîsa di dema Bedirxaniyan de bû dem. Lê ez di wê demê de li mîrekiya cîranê wan bûm îjar. Li Muksê… Mukus çiqas xweş bû ez bibêjim; newalek şîn î kal û bi av û dar bû. Ne zîvirokên rêyan diqediyan û ne xweşikiya deviyan, ez li ser çiyayên wê difiriyam îro û min hemû nebat û rihberên li jêr didîtin. Mirovan dîlan dikirin rêz bi rêz. Bêhna nêrgîz û binevşan xwe dida asoya gewrik. Xuşexuşa avê bi ser dengê çivîkên li ser darên qajan diket. Ba bûbû hevalê lîrandinan. Gerxêle û geryana mirovan berbiçav bû li gorepanê. Ji min eyan bû û yek xuya bû bi heybeta xwe li nava gorepanê. Ew mîrê Mukusê bû, Mîrê Wanê Mahmut Xan. Vî mîrî jî dîsa eşîretên dora xwe dabûn hevdû û li himber Osmaniyan serî hildabû, digot ezê bibim xwedî dewlet, li gor ku min fêm dikir. Dema wî di xewna min de wisa derbas bû; ew bi ser ket û demekê serbixwe jiya, lê bi gelek fen û fûtan hat girtin û mişextî bû. Min dît, deh salên din cardin hat û dîsa serî hilda. Ji xwe dem bi dem bi hêzên Bedirxaniyan re bû yek. Lê dawî ji wî re jî negotin “Xwedîdewlet”. Ew jî hat girtin, tevlî êla xwe, li ser hespan, bi karwanî, di nava deşt û newalên welatê xwe de berî da welatê biyan, welatê xerîbiyê û çûn deverek dûr. Li alî Ewropa sînorê herî ber bi bakurê rojava re, bi mehan meşiyan û gihaştin Bajarekî Bulgaristan Rûscûk. Wî û êla xwe welatê xwe ji bîr nedikirin, wekî mirov çûbe dinyayek din û ji heyvê jî wê de û welatê mirov jî di binê ewran de mabe û tenê dîmenên zahmet, dîmenên xwînê li pêş cavê mirov bimîne, wisa her roj wec li wî û mirovên derdora wî, malbata wî zer dibû. Her roj diheliyan li wê derê. Salek zer hatibû pêş çavê min û min dît di wê sala 1866’an de Xan Mahmut li wê derê heliya, heliya û di nav destan de bi şîn û girî koça dawî kir.
Min ji xwe re digot ji bo bajaroka Rûscûk û grava Girîtê, û min digot ji ber di dîrokê de mişextiyên kurdan ji bo vê derê; “ev Rûscûk û Girava Girîtê bi rastî diviyabû bibûya milkê Kurdan û navê wan jî biguheriya wekî ya Girîtê bibûya “Girîtîkurd” an jî “Girtîkurd.” Û ya Rûscûk jî bibûya “Rûscûkurdît”.
Min dû re jî xwest ez hînî wateya wan û cîhê wan bibim û min rahişt cîlda ansîklopediyê. ‘Girît’ çi bû, li ku bû û çima Kurd dişandin wê derê? Bi ponijandineke çend kêlîkan hizirîm. Di berdewamiya vegotina wateya Girava Giritê ya di ansiklaopediyê de jî pêhesiyam ku Girît, di nava bahreke mezin de ye û dûrbûn û têkiliya wê ya bi dinyê re kêm e. Dîsa fikirîm û xwe bi xwe min got; “ev der bi awayekî xwezayî bûye cihê mişextîya mirovan û herwiha bûye a Kurdan jî tiştê fêm dikim; ji bo ku mişextî nikaribin vegerin û ew ruhê xwe yî bi axê ve girêdayî winda bikin hatiye hilbijartin. Girava ku li nava Bahra Spî ye û germa Bahra spî ya hêwî mirovan nerm dike û diguhere.” Pê hesiyam ku ev der, her wiha di nava Bahra Ege û Bahra Spî de sînor e û ji avhewa rojhilatî derdikeve. Ew girava ku min heta niha baş nasnedikir bi nişanên xwe ez ecêbmayî hiştim. Yek bi yek agahiyên gravê min li pelpêça xwe dinivîsand: “Grav, di nav vê bahra bê dawî de reşahiyeke ku dorhêla wê 2452 mt. ye.” Ji bo çiyayan jî û wê balkêşiyê ez matmayî hiştibûm; “çiyayên mezin li wir jî henin” min digot û diponijîm bi ser ansiklopedî û pelpêça xwe de; “Qey van çiyayana kurd ber bi xwe kişandiye, çi ye? Pir bilind û pir gewre ne ev çiyana. Wekî Çiyayê Orî û çiyayê Lefka, li gor di ansiklopedî de dihat gotin bi darên zeytûnan xemilîne. Gelek bajerê ku navên wan dişibiya bajarên Kurdan jî bala min kişandibû. Ewên ku di xewna min de derbas dibûn wekî navê mirovên wan bûn ew nav. Bajarê Rizo, Resmo, İzeddîno, Sitiya û w.d. Di sohbetan de carinan li van navan rast hatibûm. Piştî min xwest hinekî jî li ser Rûscûkê bisekinim û derbasî tîpa “R” yê bûm.
Rûscûk: Ew jî bajarekî ku berî salên 1900’î bajarê herî mezin yê Bulgariya bû û navê wê Rûse bû. Bajarekî pêşketî yê ber Çemê Dunov e.
Balkêşiya şibandina çiyayên kurdan û Girîtê ew ez birim ba Kaloyekî. Min ji Kalo xwest ku hinekî bahsa çiya û newalên ku di van xewnên min de bahsa wan tê kirin bike, “ev çiyana çi ne? Çawa kurd dibêjin ‘di dîrokê de Kurd parastine?’ Ev taybetiyên wan çi ye?”
Kalo bi hatina min û pirsên min kêfxweş bûbû û bi kêf pelpêçek biçûk ji bêrîka xwe derxist û hêdî hêdî dest bi vegotinê kir û pê re jî carinan notên xwe ji min re dixwend:
Tu zanî min berê giş li ba xwe nivîsandine ezê ji te re jî bibêjim: Ku em ji Nemrûdê dest pê bikin; li bakurê çiyayê Nemrûd Çiyayê Sîpanê Xelatê heye, nêzî çarhezar û çarsed metroyî ye bilindahiya wî. Li lûtkeya wî xwezayek bêhempa heye, li ser sukura wan î bilind ava germ û ya cemidî li ber hev, her yek ji kaniyekê derdikevin û li ba wan jî cîhek heye ku tenê halawa germ a avê derdikeve, ecêbek mezin e. Tu zanî ev ne çiyayê Nemrûd yê Semsûrê ye, ev yê li nêzî bajarê Wanê ye yê ku min qal kir. Îjar li bakurî Gola Wanê Çiyayê Tendurekê jî heye 3313 mt ye, Aladax 3610, îspirîz 3557, Çiyayê Vaviran 3550 mt û li bakurê van çiyayan, Çiyayê Agirî heye 5165 mt ye. Van çiyayana Torosên rojhilat in, ji Mereşê dest pê dikin heta Sêrtê dom dikin. Ji vana û ber bi başûr ve berrî, ji vana û ber bi bakur ve jî deşt û zozan in. Çiyayê Oramar, Sînorê Tirkî û Îranê diyar dike, li bakurê rojhilatê wî Gola Ûrmiyê heye, golek Kurdan a mezin e ew jî. Çiyayê Delenpêr sînorê Tirkî, Îran û Iraqê diyar dike, 3748 mt ye. Li jêr jî Zagros jî di navbera dilê axa Kurdan de ye. Çiyayê Qendîl jî li jêra axa Kurdan e, bilindbûna wî 3782 mt ye. Li Jêr dîsa wekî li rexê ava Zapê Hawarabdi 3168 mt, Helgurd 4013 mt, Dolareş 3449 , Pira Maxrûn 3183. Çiyayê Handirînê ku li Rewandizê ye 2793 mt ye.
Kalo ev jî digot: Ew Mîrê hate sirgûnkirin çû Rûsçûkê Xan Mehmûd e. Ne Mîrê Miksê ye. Mîrê Mehmûdiyan e. Mehmûd Xanê Mîrê Miksê jî di vê dewrê da heye. Wekî di xewna te de tê gotin du Xan hene li vê dewrê û deverê.
Piştî van agahiyana Kalo keserek kişand û bi hestiyarî dom kir; neqebek heye tu zanî mêvanê delal, ewa ku bahs dikin dibêjin di dîrokê de tu kesî bi dest nexistiye ew jî li ser axa Kurdan e, wekî Neqeba Dokanê. Yek ji van neqebana jî Geliyê Şîn û ya Avaşîn e. Li gor ku pir tê gotin û min bihîstiye, dibêjin Îskender jî dema ku di vir re derbas bûye bertîl daye Kurdan. Li ser van çiyayana zivistan naqede, 8 mehan deh mehan didome, hema bibêje salweqet zivistan e û pir sar e. Tu zanî di Cotmehê de carinan berf dest pê dike heta serê Gulanê. Ji ber wê yekê jî ava vexwarinê pir e li ser xaka Kurdan. Di dîroka arkaîk de ji van deran re gotine “Buhuşt û Aden”. Bi taybetî ev peyv dibêjin Ereban an jî mirovên Erebîstanê bilêv kirine. Ji ber ku warê wan pir germ bûye wekî dojehê hatiye gotin û vir jî bûye Buhuşt. Ji xwe êdî zanyar dibêjin mirovahî li vê derê li koka xwe digere tu zanî, ew jî ji ber avê û hewaya xweş û şewqa tavê ye ku wan deran li gor dinyayê bûye navendeke jiyana mirovan. Bi qasî ku ez hîn bûme ji zanyaran; di dîrokê de qîsmekî mirovan ji ber vê yekê xwe li vir û Rojhilata Navîn girtine û di olên semawî de jî dibêjin ku ev herêm a xaka Kurdan jî di navde ye pîroz e.
Kalo êdî kurt birî peyv û nexwest ku pir dirêj bike. Bi sekina wî re min axînek kûr kişand û destê xwe da ser destê Kalo û serê xwe bi giranî hejand. Îjar jî hînî gelek peyv, têgeh, qewmînên dîrokî û ya herî mezin erdnîgarîya wan bûbûm û ew deverana hatibûn ber çavên min. Piştî ku ji Kalo qetiyam û bi çend seetekê û bi wê kêfa giran dîsa ketim amadekariya xeyalên xewnên tahl û şêrîn yên din.

dîtin: 212

Pêveker:

Çiyayên girît rûscûk û kurdistanê