• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Conchita Wurst bû yekemê Eurovision ê

Conchita Wurst bû yekemê Eurovision ê


barkirin: Gulan 11, 2014, 11:45


Bi porê xwe yê dirêj, bi reha xwe ya reş û bi rigezê xwe yê nediyar ve bû yekemê Eurovizyonê.

Pêşbirka 2014 ê ya sitrana Eurovîzyon li paytexta Danimark, Kopenhagenê pêk hat. Pêşbirka muzîkê Eurovizyon bi beşdarbûna 37 welatan ve pêşbirka 59. Pêk anî.

Serkeftiyê/ya îsal jî sitranbêjê/a Awustirî Conchita Wurst bû.

Nûnera/ê Awustirya Conchita Wurst bi sitrana xwe ya –Rise Like A Phoenix- bi 290 dengî ve bû yekem, Cotên Hollandî The Common Linnets bi sitrana –Calm After Storm- jî bi 238 dengan ve bûne duyem.

Nûnera Swêd Sonne Nielsen jî bi sitrana –Undo- bi 218 dengan ve bû sêyem.

Serkeftiya Eurovizyonê ku bi xwe rigeza/ê wê Transseksuel e axifî û weha got;

Ez dê berdewambim ku li himber xwe dirust bim, ez xeyala cîhaneka wisan dikim ku hun neçar nemînin li ser cihê hun jê û rigezê xwe biaxifin.

Wurs diyar kir ku Eurovizyon li ser bingehê xweşbîniyê hatiye avakirin bo vê yekê jî malbateka wisane ku min dixwest beşdar bibim, rastî jî min xwe di mala xwe da dît.

Sitranbêja/ê Awustirî got ku herçend ew bi hejmaran bawer neke jî hevalên wê jêre gotine ku di nîvfînalê de di rêza 6. De di fînalê de jî di rêza 11. de beşdarî pêşbirkê bûye û ev hejmarana jî rojbûna wê/wî ne.

Menajerê Wurst jî axifî û got; Em şêweyê hizrê xwe biguherin, Conchita tenê jineke bi rehe.

Conchita Wurst berî pêşbirkê ketibû rojeva cîhanê û ji welatê xwe jî helwestên nebaş dîtibûn.

 

REWANBEJ

 

dîtin: 600

Pêveker:

conchita wurst yekemê eurovision ê