• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Corvinaya Kendavê û Cotbûn

Corvinaya Kendavê û Cotbûn


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Sermawêz 23, 2017, 4:01


Delfîn/Yûnûsên li Meksîkayê dikarin ji ber cotbûna pirr bideng yên masiyên din kerr bibin. Di kendava Kalîforniyayê, nêzikê Meksîkayê ye, cureyeke ji malbata masiyan ewqas pirr bideng cot dibin ku masiyên din ji ber cotbûna pirr bideng ya wê cureyê kerr dibin. Lêkolîner hişyar dikin ku cureya masiyan ya pirr bideng cot dibin, bi tunebûnê re rû bi rû mane û sedema tunebûna wê cureyê jî nêçîrvaniya bêsînor û bêserûber e.

Navê masiyê “corvinaya kendavê” ye, bi navê xwe yê latinî “Sciaenedae” ye û ji malbata lewrekan e. Lêkolînerên Amerîkayê wiha dibêjin; “Dengê ku corvinaya kendavê derdixe, dişibe “tifingeke pirr bideng” e. Her sal û her buhar hejmareke pirr zêde, bi qasî mîlyonekê, masiyên corvinaya kendavê berê xwe didine Coloradodeltayê û li bakurê Kendava Kalîforniyayê cot dibin.”

Lêkolînerên ji zanîngeha San Diego û Teksasê wiha berdewam dikin; “Giş bi hev re dengekî pirr zêde derdixinin ku dişibe dengê kesên di stadyûmê an jî di konserekê de derdixinin. Dengê ku masiyên corvinaya kendavê derdixinin dikare bi qasî demekê an jî heta hetayê ajalên guhandar kerr bike ku ajalên guhandar yên weke foka bêguh, şêrê deryayî û yûnûs nêçîra masiya corvinaya kendavê dikin.”

Lêkolîner ji awaya li hev kombûn û cotbûna masiyan matbûne û diyar dikin ku di sirûştê de rûdanek din bi qasî cotbûna corvinaya kendavê deng dernaxine û heya a niha ji cureyên din ên masiyan dengekî ewqas bilind û zêde nehatiye wergirtin.

Dengê masiyên nêr ên corvinaya kendavê ne bitenê li binê avê lê her wiha li serê avê jî dihêt bihîstin, ji ber dengê bilind cihê xwe eşkere dikin û masîvan bi hêsanî dikarin masiyên corvinaya kendavê bi torê bigirin. Masîvan bi torekê di nav çend deqîqeyê de dikarin du ton masî bigirin û her sal di dema cotbûna masiyên corvinaya kendavê de masîvan bi qasî du mîlyon masiyên ji vê cureyê digirin û ev jî rê li ber tunebûna vê cureyê vedike.

Bejna corvinaya kendavê dikare bi qasî metreyekê dirêj û giraniya vê masiyê jî 12 kîlo bibe. Dezgeha Navneteweyî ya ji bo Parastina Sirûştê, di lîsteya ajalên ber bi tunebûnê ne de cih daye corvinaya kendavê.

Çavkanî: The Guardian

dîtin: 233

Pêveker:

zanist corvinaya kendavê lêkolîn masî cotbûn kerrbûn