• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Crohn û Tedawiya Nexweşiyê

Crohn û Tedawiya Nexweşiyê


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Gelarêzan 1, 2017, 11:09


Nexweşxaneya Îmeldayê ya li Bonheidena Belçîkayê ye, ji bo dermankirina nexweşiya Crohnê stratejiyeke nû vedît. Stratejiya nû ya dermankirina nexweşiya Crohnê weke “treat-to-targetstrategie” hatiye binav kirin. Encamên lêkolîna berfireh ya li seranserê cîhanê pêk hatiye, di kovara bijîjkî ya bi navê The Lancetê de dihêt dîtin.

Lêkolîner stratejiya xwe ya nû bi stratejiya standart ya bi salan e dihêt bikar anîn, muqayese kirine û ji encamên stratejiya nû diyar bûye ku stratejiya nû ji ya stratejiya standart baştir e. Yek ji navendên sereke ya lêkolînê Klînîka-Inflammatory Bowel Disease e. Dr. Peter Bossuytê ji nexweşxaneyê wiha dibêje; “Bi vê metoda nû em tedawiyê ne tenê bi li ser bingeha semptoman, lê li ser bingeha parametreyên îltihabê yên di xwîn û pîsîtiyê de ne, pêk dihînin.”

Dr. Peter Bossuyt berdewam dike; “Her çiqas kesê nexweş ji êşê dûr bikeve jî bi stratejiya treat-to-target rêvebirina tedawiyê pêk dihêt. Encamên me diyar dikin ku tenduristiya kesên bi vê stratejiyê hatine dermankirin, piştî salekê ji tenduristiya kesên din yên bi stratejiya standart hatine dermankirin, baştir in.”

Nexweşiya Crohn, nexweşiyeke mîde û rêvî/rûviyê ye. Di vê nexweşiyê de muafiyeta mirov êrîşê rêviyê dike.

Çavkanî: ANP

dîtin: 311

Pêveker:

crohn metod stratejî lekolîn nexweşî