• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dada xwedê an ya Dewletê

Dada xwedê an ya Dewletê


nivîskar: Agirî Soran
barkirin: Pûşper 29, 2015, 8:03


Dada Xwedê an ya Dewletê?

 

Îro yekşem bû. Di bilindguha jûra girtîgehê de banga jixewrabûnê dereng hatibû kirin.
Demhijmêr; 06:30

Di rojên asayî de, an jî di nava heftiyê de seetek zûtir ew bang tê kirin.
Piştî belavkirina taştê-çend qetîtkê nan û rûn- berbi demhijmêr 08:00 ve banga dêrê hatibû kirin. Kesên bixwazin biçin dêrê diviya pêl pişkoja bi dîwar ve bikin.

Heftiya bihurî jî çûbûm.

Dîmenê dêrê wehaye;

Berê girtiyan bo dêrê tê dayin da ku ew hêviya ji dada pergalê winda kirin, bi dada xwedê dîsan şûnve wergirtin û di nava dîwarên zindanê de wekî pisîkên bi goşt hatî xapandin aram û bê arîşe jiyana xwe bidomînin.

Piraniya girtiyan diketin rêzê û dihatin dêrê. Rûs, Romen, Bûlxar, Gurcî, Kurdên Êzdî, Kurdên Misilman, Siryaniyên Mêrdînê, Farisên Îranê, Elman, Fransiz. Di nava kesên min dîtî de tenê Ereb nebûn. Ereb nedihatin dêrê. Bawerim hizrê wan jî ev bû, xwedayê xwe ji yê hemî mirovên dîtir cuda didîtin.

Di ketina dêrê de bi sedan Incîl li ber derî bûn. Kesê bixwesta dikarî rajê yekê da ku duayan ji nav bixwînê. Piştî herkesek li cihê xwe rudinişt Keşa an jî pirîst dest pê dikir.

Cewaziya çanda rojava û rojhilat, rêzgirtina ji bawarî û olan re bala min kişand. Kurd, Siryanî, Faris, destên xwe li pêş xwe pêçayî radiwestiyan hetanî ayîn bi dawî dibû. Lê Elman û mesîhiyên dîtir, ling di avêtin ser ling, serê kêliyekê bi pistepistê lave û duayên keşa di nîvî de dibirîn.

Keşa; qala sebir û hêviya ji xwedê dikir da ku girtiyan bighîne xwestekê wan û malbata wan ya li derve.

Lê parêzerê Dewlet û dadê yê li derve weha ne digot. Tirsa wî, bandora wî li ser van mirovan, ji ya xwedê zêdetir bû. Dada xwedê, ji dada pergalê bêhtir dilşewat û bexşîner bû. Xweda û nûnerên wî yên li ser rûyê erdê berê xwe didan hestê mirovan. Lê belê yasayên di pirtukên qalind de berhevbûyî berê xwe tenê didan, kiryar, encam an jî tenê şahidên derewîn. Di wan rêzên yasaya de wekî tu hest tune ne, zanist jî tune bû. Sedî 90 darezandinên li gorî wan yasayan, derfetên nû, rêkên nû, wêrekiyeka nûtir dida mirovan da ku kiryarên xwe bi bîreweriyeka nû dubare bikin û derveyî wan yasayan bijîn.

Di hemî pergalên cîhanê de ev wisan bû. Ji xwe di wateyekê de yasayên welatê Ewrûpa jî binemayaxwe digihişte zagonên dêrê. Di dîroka xirîstiyaniyê de jî ev yek heye, xirîstiyanan him yên Katolîk dijî Ortodoksan di salên 800 an de komkujiyên mezin pêk anî bûn, him jî kuştinên dirindeyî yên xirîstiyanan dijî cîhana rojava û paşê jî dijî cîhana misilmanan pêk hatibûn. Rojava û welatên Ewrûpa tundutujî li welatên Rojhilata navîn, Efrîqa û Asya belav kiribûn. Ev tovê kuştin, serjêkirin û komkujî, netewkujî ji Rojavayiyan belavî Rojhilat bû. Wekî neha hovên Daîş seriyan dibirin û bi wan seriyan dilîzin. Ev çand çandeke kevin ya Rojava û welatên Kolonyalîst yên Ewrûpaye. Lê îro di bin navê îslamê de bi destê pêxas û serseriyên ku ji Rojava hatî li ser Erda mezopotamya ev çanda serbirîn û bi seriya gok leyistin tête meşandin.

Her çend ola îslamê jî wekî gelik olan cîhanê ji aliyê mirovan ve bi kirêtî hatibe bikaranîn û li ser netew û civaka wekî amûreka destê dagirkeran hate bikaranîn jî, di rastî de kuştinên qirêj avêtina ser îslamê û pêşxistina dîktatoran li welatên rojhilata navîn û Efrîqa jî bi destê wan çêdibe.

Bo vê yekê jî ji xwe dema di dada ku li himber min û mirovên wekî min dihatî meşandin de tu hêviya min ya dadeka zanistî tunebû.

Ev pergal û pîvanên dadweriyê, yasa û zagon hema li her deverê ji zanistê dure. Li Elmanya jî weha li gorî mirovan seranser dihate meşandin û pêkanîn.

Tawanbar(Li gorî yasayan) tête pêş dadger, li aliyê rastê jî parêzerê dewletê, li kêleka tawanbar jî parêzerê wî. Di nava deh xulekan de çend gotina dikin, ji xwe tawanbar wana jî tênaghêje û biryar tête dayîn. Ew biryara di demeke wisan kin de tête dayîn derûn û jiyana wî kesê tê tawanbarkirin diyar dike. Parêzerê wî bi navê wî diaxife, qaşo Dadger dinase û pêre hevale. Di tawanbarnameyê de çi heye bazariyek li ser tê kirin, gelik caran bêyî heya tawanbar jê çê bibe jî ev bazarî berî dadgehê tê pêkanîn û dadgehê de biryar tê dayîn.

Dema şûna parêzerê dewletê lêkolînvanekî civaknas rûne û li şûna Dadger jî derûnnasekî zana rûne dîsan dikarin di nava deh xulekan de biryar bidin. Lê wê demê sedî 90 dê kesên –tawanbar- werçerxînin û civakeka serkeftîtir bête afirandin. Ji xwe ev xeyala ez derdibirim di tu civakê û pergalê de ne pêkane. Ji ber dema wisan bû dê di encama lêkolîna wî civaknasî de derkeve holê ku bingehê hemî, bêrêtî, dizî, xapandin, lêdan, kuştin û bi hezaran kiryarên dîtir dewlet û pergal, kesên dewletê birêve dibin bixwe ne. Wê demê divê dadger dewletê tawanbar bike. Û kesê –tawanbar- xelat bike. Yasanameyeke zanistî bikêrî mirovan tê lê bikêrî dewlet û pergal û serdestan nayê.

Divê tawanbar hebin. Tawanbar nebin, xirabkerî nebe, li himber wê dadgeh nebe, parêzer nebin, çerx û pergala dewletê kar nake. Bo vê yekê jî divê zindan û li kêlekê jî tirsa xwedê hebe.

Zindan mirovan ji bo –Tawanên- nû perwerde dike. Xwedê jî ji bo –Tawanên- nû wêrekî dide. Ya bi hişê zindanê û bi qeweta xwedê.

 

03.05.2015
Girtîgeha Bielefeld-Brackwede
Elmanya

dîtin: 255

Pêveker:

dada xwedê an ya dewletê