• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dadgehekî emerîka zanyariyên mişteriyekî ji Microsoft dixwaze

Dadgehekî emerîka zanyariyên mişteriyekî ji Microsoft dixwaze


barkirin: Nîsan 29, 2014, 10:48


Li Emerîka dadgehê biryar girt ku Microsoft hesabê mişteriyekî microsoftê ji bo dadgehê aşkere bike. Li gorî nûçeya Reuters ê, dadgehek ji ya Welatên Yekgirtî yên Emerîka di derbarê mişteriyekî Microsoftê de biryar girtiye ku hesabê wî yê li gel Microsoftê bête vekirin û lêkolîn li ser bête kirin.

Li himber vê biryarê Microsoft nerazîbûna xwe dide diyarkirin ji ber ku hesabê vî kesî ne li Emerîkaye lê belê li Irlandaye.

Berî neha jî Microsoft ê ji bo ku hesabên derveyî Emerîka ji rayedar û saziyên dadwerî yên Emerîka qut û dur be ketibû nava hewldana de.

Ev xwesteka dadgehê ku ji Microsoftê kiriye li ser navnîşana elektronîk ya mişteriyekî ye û peywendiyên vî kesî, zanyariyên qertên qredî û zanyariyên dîtir di nav de cih digrin.

 

Microsoft dibêje; biryar bêkêre.

Microsoft dibêje ku ev hesabê bûye mijara dadgehê li Dublîn ê di serverekê de tête ragirtin û ji bo vê yekê jî bi fermaneka WYE ve nayête vekirin. Bo vê yekê jî biryar bêkêr e. Lê belê dadgerê ku biryar dayî di nêrînekî cûdadeye.

Dadgerê li New York ê James Francis dibêje ku dijîderketina Microsoftê ji bo lêgerînên asayîne, lê belê ji bo zanyariyên hatî berhevkirin dikevê çarçoweya Yasaya Ragihandin (Stored Communication Act) û ji bo naverokên bi vî rengî derbas nabe.

Dadger dibêje ku divê ev biryar wekî biryara dadgehê ji bo hindek belgeyan bête hizirandin. Francis dibêje ku dema dadgeh biryar dide wekî ku dadgeh hindek belgeyan ji cihekî dixwaze bête dîtin û eve jî ne giringe bê ew belgeyana li kîderê û kîjan welatî ne.

Microsoft hêvîdare ku dadgeh carekî dîtir biryara xwe di ber çavan re derbas bike

Li gorî daxuyaniya Microsoftê ku ji bo Reuters ê dayiye, dadgerê welatekî nikare ji bo kesekî welatekî dîtir biryar bigre an jî di derbarê wî de biryara lêgerînê û destgiriyê bigre, eve jî heman tiştekî wisane. Çawan li derveyî Emerîka dadgeh nikarin biryara lêgerîna malekê li Emerîka bidin, Emerîka jî nikare biryar bide ku lêgerîna malekê li derveyî Emerîka bête kirin. Lê belê Hikumet wekî me nahizire.

Wekî dîtir jî berdevkê berpirsê Dadwerî, mafên bingehîn û hemwelatiyê yên Konseya Ewrûpa Mina Andreeva ji BBC yê re axifî û got; mijar eve ye, derveyî peymanên piştevaniya yasayî ya navbera Yekîtiya Ewrûpa û Welatên Yekgirtî yên Emerîka, Emerîka nikare rasterast xwe bighîne van zanyarî û tiştan. Û divê zanyarî jî neyêne dayîn.

 

 

RADIKAL

dîtin: 412

Pêveker:

dadgehekî emerîka zanyariyên mişteriyekî ji microsoft dixwaze