• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dahata Petrola Kurdistanê çende û Perê petrolê li ku ne?

Dahata Petrola Kurdistanê çende û Perê petrolê li ku ne?


barkirin: Gelawêj 23, 2015, 3:12


Wezareta Çavkaniyên Xwezayî diyar kir ku di du mehan de bi bahayê milyarek 500 milyon dolar neft hatiye firohtin, ev pare niha li hesabê bankê de ye û ji ber teqandina xeta petrolê jî zirarê gehiştiye 501 milyon dolar bûye.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bi daxuyaniyekê rêjeya petrola hatye hinartin û dahatên wê yên meha Hezîranê heta meha Tebaxê aşkere kir. Wezaretê diyar kir ku niha li ser hesabê Herêma Kurdistanê di Halk Banka Tirkiyê de milyarek 500 milyon dolar heye. Wezaretê herwiha diyar kir ku Wezareta Darayî di veguhestin û dabeşkirina mûçeyên fermanberan de karê pêwîst encam bide.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi tevê pirsgirêkên siyasî, aborî, karê têkdan û diziyê jî Wezareta Çavkaniyên Xwezayî kariye hinardeya petrola xav û dahata wê zêde bike û bikare plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê cîbicî bike.

Wezaretê diyar kir ku her pênc aliyên siyasî yên hikûmetê di meha Hezîranê de bo dabînkirina pêwîstiyên herêmê û mûçeyên karmendan biryara raste rast hinartina petrolê daye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bêyî ku ti rawestanek dervey desthilata wezaretê rojane 500 hezar bermîl petrol hatiye hinardekirin. Herwiha hate gotin ku ligor planên wezaretê dihate hêvîkirin ku serê bermîlê 55 dolar û mehane jî 850 milyon dolar dahatê bidestve bîne.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî dibêje Wezareta Darayî berpirse ji wergitirina dahata petrolê ji Halkbanka Tirkiyê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jiber teqandina boriya neftê û dizînê 501 milyon zirar pêkhatiye.

Ji 24’ê Hezîranê heta 24’ê Tebaxê destkefta petrolê jî hatiye aşkere kirin. Li gor vê yekê; Bi giştî milyarek 500 milyon dolar ketiye ser hesabê herêma Kurdistanê.

 

BasNews

dîtin: 250

Pêveker:

dahata petrola kurdistanê çende û perê petrolê li ku ne?