• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Daîş û Şam, Hewlêr û Bexda

Daîş û Şam, Hewlêr û Bexda


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Pûşper 5, 2014, 12:27


El- Qaîde, Taliban û îro jî Daîş(Dewleta îslamî li Îraq û Şamê) her yek xwedî çend kom û komikên cudane ku ji Pakistan û Efganistanê dest pêkirin û îro jî li Îraqê ne. Lê hê ne li Şamê xwedî dewletin û ne jî li Bexda, bes dibe ku bi vê hereketa xwe re dîzayna erdnîgariya herêm bigûherîn.

 

Di salên 80an de dema ku du zêlhêzên mezin yanî Amerîka û Sovyet wek du sîstemên cuda ji hev li her dera cihanê li dijî hev bûn, Sovyetê piştgîrî da hêzên çep û ew li Efxanistanê bûn xwedî êqtidar. Xewna mezin û dîrokî a Rusan ew bû ku bi rêyekê him xwe bigehînin “avên azad ên deryayê anku kendava Fars”, him di qada ticarî de pêş bikevin û hem jî rihettir bîr û ramanên xwe yên sosyalîstî li Rojhilata Navîn belav bikin. Ew xewin dihatin ku cî bi cî bibin, lê CIA jî bêkar nebû. Bi karekî wiha re rikeberatî an jî reqabeta du qotibên çep û rast li cihanê derbasî pêvajoyeke nûtir bibû. Wan li ser axa Efxanistanê him çekên xwe yên nû li erd û esman test kirin, him hêza xwe ya leşkerî nîşanî hev dan û ji teva girîngtir jî bi îmkanên madî-meinewî ên Amerîka hezên îslamî bi “nasnameyeke nûtir” daketin qada xebatê.  Beriya wê li sala 1979an şoreşa gelên Îranê jî liv û lebateke nû dabû Şîiyan ku kesekî weke Xumêynî serkêşî jêre dikir. Çi li Îranê, çi li Efxanistanê hemû komên etnîkî û olî texmîn dikirin ku êdî jiyana wan yê ber bi xweşî û başiyê ve biçe. Demkorasî û rihetî êdî yê bibe pareke cudanebûyî di jiyana wan de, lê wisa derneket û berevajî wê li Efxanistanê her roj ji roja berê bêtir agir bi ser serê xelkê de dibarî û li Îranê jî“şoreş” a ku bi armancên mezin û ji bo azadî û wekheviyê li dijî rejîma totalîter a Pehlewî bi ser ketibû, ji rêya xwe a rastîn derket. Êdî ji wir û şûnde li Îranê “îdam û zindan” weke nanê rojê bûne pareke jiyana xelekê. Rewşa ku mixabin heya roja îro jî berdewame. Bi awayekê ku îro Îran ji ber karên xwe yên terorîstî li hundir û derve xwedî nasnavê” komara terror û wehşetê” ye. Bi taybetî jî li dijî hêzên şoreşger li rohilatê Kurdistanê şer, terror û îdama rayedarên komarê gehiştiye pileyeke pir xerab.

 

Amerîka, Komên îslamî û Efganistan

Ji salên 1980an û pêde Amerîka hemû îmkan dan hêzên îslamî û antîpropagandeyên dijwar li dijî Sosyalîst û komunîstan dan dest pêkirin. Elbete civaka Efxanistanê jî bi wan kevneşopiyên xwe ên îslamî û hezar û pêncsed salî nedikarî wiha zû bê guherandin. Ji hêleke din jî rewşa wan a xerab di warê aborî de ew ber bi wan komên îslamî ve dikişandin ku Amerîka bi hemû hêza xwe a madî li pişta wan sekinîbû. Kesî texmîn nedikir ew komên biçûk û dostên Amerîka yê rojekê li dijî sîstema kapîtalîst jî derkevin. Amerîka di hiçkê kirasê xwe de dest bi perwerdekirina marekî biçûk kiribû ku kesî nedizanî yê rojekê bibe ejdehayekî çend hezar serî û yê bi wan bixwe jî vede.

Armanca her du dewletên xwedî hêz jî ew bû ku bi her awayê ku dibe, cihê piyê xwe li herêmê bihêztir bikin.

 

El- Qaîde bi kiryara 11ê Septamber, Taliban bi damezirandina hikûmeta qaşo îslamî li Efganistan û Daîş jî bi hêrişa li ser Musîlê navê xwe belavî hemû cihanê kirine. Her sê jî di çavê USA de wek terorîst hatine binav kirin. Em baş nizanin ka li pişta perdê reş ê siyasetê çi heye û lîstikvanên sereke yên vê lîstika qirêj kîne!!. Lê ya eşkere û eyan eve: El- Qaîde û serkokê wê Osame Ben Laden( 1958-2011 ) berê bi teşwîqa rayedarên îstixbarata Amerîka daketin qada xebatê û sal bi sal mezitir bûn. Ew mar destperwerdê Amerîka û zilhêzên din bixwe bû ku bi rêya wan şerê hev û din dikirin û dehan sale xwîna feqîr û hejaran jî erzan dirijînin. Şerê ku îro jî bi qedera gelan dilîze û bêtir ji mafê gelên herêmê berjewendiyên zilhêzan diparize.

 

Kurd û Daîş

Daîşê li dijî herketa Kurda li Rojavayê Kurdistanê hemû îmkanên xwe yên şer xistine gerê, lê nekarîn heta santîmetroyeke axa Kurdan dagîr bikin. Tirkiyê bi hemû awayên heyî hevkarî dan wan ku nîvdesthilatdariya Kurdan ji holê rakin, lê îrade û berxwedana şervanên YPGê heya roja îro hemû xewnên wan vala derxistine. Dema ku Daîşê tenê bi 500 şervanên xwe, lê bi hevkariya Tirkiyê, Erebistana Siûdî û çend welatên din rihet hatin û duyemîn bajarê Îraqê( Mûsil ) xistin bin kontrola xwe, zû dane xuyanîkirin ku ewê şerê Kurdan nekin. Wan di şerê li rojava dersên mezin standibûn û li başûr carê nediwêran wiha rihet xwe rastî Kurdan bînin. Ew wiha didin diyarkirin ku carê tenê karê wan bi himkûmeta Malkî heye û li dijî êqtidara piştê sehnê a Îranê li Îraqê ne. Vê carê wan taktîkek wiha bikar anîn, lê pştre eşkere bû ku dema derfetê li ber xwe bibînin yê pêşmergeyên Kurd jî bikujin û wiha jî dikin. Ji hemû hêzên Kurdistanî zûtir YPGê da xuyanîkirin ku ew amadene li dijî Daîşê hevkariya birayên xwe yên pêşmerge bikin. Tecrûbeyên wan ên şerê çeper û partîzanî li dijî Daîş dilgermiyek baş bû ji hêzên siyasî li başûrê Kurdistanê. Herwiha wê bangê dawî bi şerekî ragehandinê anî ku demek bû di navbera PDK û PYDê germ bû. Ji hêla din jî PKKê, PDK. Îran, PDK, PJAK, Komele, PAK û hwd bi dengekî bilind ji hemû partî û rêxistinên siyasî li başûrê Kurdistanê daxwaz kirin ku di vê rewşa hesas û tevlîhev de xwe bidene hev û li dijî dagîrkerên Kurdistanê xwedî “stratêjiyeke hevpar” bin. Îro li dijî hêrişên Daîş û tehdîdên dewleta navendî li Îraqê Kurd hêza herî bi dîspilîn û hevgirtîne.

 

Malkî û Sedam

Malkî wek serokwezîrê hikûmeta Fedral û yasayê li Îraqê xwedî xwendineke kûr li ser rewşa siyasî, demografî, aborî û civakî nîne. Cinayetkarekî mîna Sedam Husên bi rêya êqtidara xwe a tije xwîn û kîn Kurd û Şîi serkût kirin û Sûnnî kiribûn berpisên hemû organên hikûmeta xwe li seranserî Îraqê. Îro jî Malkî daye ser şopa wî û vê carê Şîi bûne axayên hemû Îraqê( başûrê Kurdistanê derve ). Ew heya roja îro jî di wê baweriyê de ye ku bi teqlîda ji Îraniyan û şîretên wan dikare modelekî desthilatdariyê yê weke Îranê li Îraqê jî peya û birêve bibe, lê ew niha dizane ka çiqas şaşî kirine û heta baş dizane ku temenê wî yê desthilatdariya siyasî zêde nemaye. Bi taybetî jî ji sala 2003an û pêde Şîi bi giştî û Malkî jî bi taybetî di dan û standinên xwe yên bi hikûmeta Kurdistanê re qet semîmî nebûne. Di cî bi cîkirina yasa û xebatên ji bo çareserkirina pirsgirêkên dîrokî li Kurdistanê û di vê navê de jî referandoma li Kerkûkê an jî cî bi cîkirina madeya yasayî a 140 wî mîna koremakerî rêya bêdengiyê û carna jî tehdîdan bikar anîye.

 

Derfetên dîrokî

Vegera Kerkûkê û herêmên din yên veqetiyayî bo ser axa başûrê Kurdistanê ne tenê hêz û jiyaneke nû dide Kurdên wê perçê, belkî yê bibe sedema çêbûna motîveke mezin li bakur, rojhilat û rojavayê Kurdistanê. Kurdan li wan parên axa xwe jî pirsgirên wiha hene, lê mesela çareserkirina Kerkûkê yê Kurdan ber bi “ serxwebûnê” ve bibe. Çimkî petrola Kerkûk hêza siyasî a Kurdan mezintir dike. Cihana îro di kirîzeke enerjîyê de dijî. Ji hêlekê Ewropa û Amerîka û ji hêla din jî dewletên herêmê(bi taybetî jî Tirkiye) muhtacî gaz û petrol an jî di peyvekê de “enerjîya Kurdistanê “ ne. Kurd û siyasetmedarên me niha di rewşeke pir hesas a demî û dîrokî de dijîn. Ger vê carê derfetên heyî baş neyên bikaranîn, êdî dem û çax yê weke bayê biharê li ber me derbas bibin. Û pêre jî hemû xewin û xeyalên rastîn yê berav bibin.

 

Tirkiye, Kurdistan û Îsraîl

Van rojan xebera herî balkêş ewe ku AKP( partiya hakim li Tirkiyê ) piştgîriyê dide serxwebûna Kurdistanê, lê bername û rêyên wan yên çareseriyê ji bo 52% ji axa bakurê Kurdistanê çine, kes nizane. Hê jî di zagûnên wan de navê Kurd û Kurdistanê tune û bi milyonan Kurd ji hemû mafên xwe yên sirûştî-netewî bêparin. Gelo ev siyaseta wan taktîke an stratejî ye? Kîjan merem û armanc li pişta vê siyasetê ne û ewê di piraktîkê de çi bikin, carê ne diyare. Lê ya eşkere ewe ku PKK û partiyên din li bakurê Kurdistanê di çaresekirina pirsgirêka Kurd de bi îsrar, semîmî û xwedî helwestek eşkera û siyaseteke şefaf in. Ji hêla din jî hewldanên hevgirtî ên Kurdan di qada siyasetê de hêzên şovînîst li Tirkiye û Îranê jî xistine nava liv û lebatê. Ta û lerzîna mirinê ketiye nava canê hinek partî û kesên ku hê jî rêbaza “Hîltler, Pehlewî û Kemal”an ji bîr nekirine. Li aliyekê MHP û ji hêla din jî hinek Panîranîst û Kurdên xwefiroş li Îranê li dijî qedera siyasî a Kurdan xet û nîşanan dikişînin.

Îsraîl ku di dirêjahiya hemû temenê xwe de li dijî Filistînyan rêbazên herî dijwar bikar anîne û di rojên herî tengav de pişta xwe daye Kurdan vê carê piştgîriyê dide serxwebîna Kurdiatanê!!. Vê helwestê ew û Amerîka jî hinek anîne hemberî hev. Bes dîrok bi bîra me tîne ka li sala 1975an çawa pişta xwe dane serhildana nemir Mistefa Barzanî li dijî Baasîyan. Herwiha sala 1999an wan çawa di revandina rêzdar Öcalan de hevkarî dan îstixbarata Tirkiyê û li Berlînê ciwanên Kurd kuştin. Lê gelo vê carê ew çiqas semîmîne?!, ez tenê dikarim vê bêjim:

1. Îsraîl dixwaze di nava endanên cihana Ereb de welatek bibe çend perçe ku di şerê kendavê de li dijî mayîna wan hemû hewldanên xwe kirin.

2. Îslama siyasî ku demeke dirêje Îran, Tirkiye û hinek welatên cihana ereb serkêşiyê jêre dikin li dijî Cihû û hebûna Îsraîlê di çalakî û hewldanên berfireh da ne. Niha navenda van çalakiyan bûye Bexdad û ger Daîş an jî hikûmeteke totalîter li wira bihêz bikevin, yê li dijî Îsraîlê bin.

3. Dewleta Îsraîl demeke dirêje ku li ser „ pirsgirêka Xezê“ ketiye ber rexneyên tund. Çiqas çavê raya gihstî a cihanê li ser Daîş, Îraq û pirsgirêka Kurd hebe, barê rexneyan jî yê li ser milên Îsraîlê sivktir bibe.

 

Tevî hemû armancên baş an jî kirêt ên Îsraîliyan ez cesareta wan teqdîr dikim ku di rojên wiha giran de qet nebe zûtir ji Îraniyên Arî û qaşo xwedî şarsitaniyeteke 2500 salî piştgîriyê didin daxwaz û xweziyên Kurdan. Cihûyên Kurdistanê qet neketine ber şûrê kuştin û tevkujiyê û îro Kurd bi hîvî ne ku Îsralî( wek hêzeke mezin a herêmê ) di biryar û gotinên xwe de semîmî bin an jî baştire bêjim bi his, ked û xwîna Kurdan nelîzin.

Îro di cahvê cihanê de Hewlêr û Bexda du navendên siyasî ne ku biryar û qirar li wira tên dayîn. Helewsta hevgirtî a lîdêrên Kurd li Kurdistana mezin, berxwedan û şerê pêşmerge, sebirîr û îradeya gel di rojên wiha giran de dikare qedera Kurdan ber bi bexteweriyê ve bibe. Rojên giran li ber hemû hêzên azadîxwaz û bi taybetî jî li ber Kurdên hemû Kurdistanê ne. Hîvîdarim vê carê bi hişyarî, erknasî û xebatên bêrawestan em nehêlin ku dîrok xwe li me dubare bike an jî zilhêz bi keyfa dil û li gor berjewendiyên xwe bi qedera me bilîzin. Bila bi hevgirtina Gerîla û Pêşmergeyan sherê paşvero û dagirkeran bê berfirehkirin, pêre jî xwezî û hesretên şehîdên doza azadî û hemû Kurdistanê di werin cih.

 

dîtin: 197

Pêveker:

daîş û Şam hewlêr û bexda