• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
DAIŞ’ê şikestin xwar…

DAIŞ’ê şikestin xwar…


barkirin: Rezber 15, 2014, 1:03


Enwer Muslim ji PUKmedia`yê re ragihand ku hêzên YPG`ê, li nav û derdora Kobanê, li dijî çekdarên DAIŞê dest bi operasyonan kirine.
Ji bo naskirina agahiyên herî dawî ji kantona Kobanê, PUKmedia`yê di peywendiyekî telefonî de, hin agahiyên nûh û girîng daxuyan kirin.

Di daxuyaniyeke taybet ji PUKmedia`yê re , serokê hikûmeta Kobanê Enwer Muslim ragihand ku rewşa ewlehiya Kobanê ber bi aramiyê ve diçe û YPG`ê jî dest bi oparesyonan kiriye û li ezmanan balafir hene û li zevî jî YPG`ê heye û di pêş de ne.

Enwer ji bo metirsîdariya DAIŞê li ser Kobanê, ji PUKmedia`yê re got, her çiqas hevalên me gelek pêşketine û ji qonaxa parastinê dest bi qonaxa êrişê û operasyonan kirine û hebûna metirsiyê hîn jî heye tako ji navçeyê bi tevayî neye paqijkirin wê her dewam bike.

Seberat bi rizgarkirina Til-Şiîrê, Serokê hikûmeta Kobanê ragihand ku gundê Til-Şiîrê bi 4 kîlo metran dikeve rojavayê Kobanê û hevalên me derdora Kobanê û wan deverên kontirol kirine dest bi paqijkirinê kirine û serkeftîn e.
Di sawiyê de, serokê hikûmeta Kobanê aşkire kir ku êdî DAIŞ li Kobanê şikest xwer û hem ji aliyê leşkerî û hem ji aliyê ragihandinî ve bi binket.
PUK-Media-Diyar Star

dîtin: 443

Pêveker:

daiŞ