• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Daxuyaniya PEN a Kurd li ser rewşa Kurdên Êzîdî | Xwedî li Êzîdiya derkevin

Daxuyaniya PEN a Kurd li ser rewşa Kurdên Êzîdî | Xwedî li Êzîdiya derkevin


barkirin: Gelawêj 17, 2014, 2:40


PEN a Kurd li ser rewşa Kurdên Êzîdî daxuyaniyek belav kir bang li hemî hêzên siyasî yên Kurd kir ku ji bo Yekîtiya Netewî û pêkve karkirinê tevbigerin.

 

Tevayiya daxuyanî û banga PEN a Kurd wehaye;

 

JI RAYA GIŞTÎ RE

Xwedî Li Êzidiyan Derkevin

Dîrok dubare dibe û dîsa Kurdên Êzîdî rastî qirkirinekê hatin; vê carê bi destê çeteyên (Dewleta Islami li Iraqê u Şamê) DAIŞ ku di encama wê de bi dehan gund u bajrokên Ezdiyan hatin dagîrkirin, bi hezaran ji xelkê me yê Ezidî hatin kuştin, derbederkirin, keçên Kurda hatin revandin u bi hezara xelkê me tênî u birçî li çiyayê Şengalê asê man u hîna jî karesat her berdewame.

Em weke endam u rêvebirên Navenda PEN Kurd vê komkujiyê rûreş dikin û bang dikin ku:

–         Hemû partî û saziyên Kurda hev bigrin û di yekitiyeke neteweyî ya xurt de kar bikin, ji bo demildest hemû Êzidî vegerin gund û bajarên xwe.

–         Xema serekî rizgarkirin û alîkariya xelkê me yê Ezdi be.

–         Em bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên navneteweyî yê mîna Yekitiya Ewrupa, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên pêywendîdar teva dikin ku, li hemberî kiryarên vê komkujiyê bêdeng nemînin u hemu kara bikin da ku careke din ev karesate neyê serê gelê Kurdan û bi taybetî jî Êzidiyan.

–         Bang li hikumeta Herêma Kurdistanê dikin ku lêkolîneke berfireh di derheqê vê qirkirina gelê me Êzidiya bikin ku kesên kêmasiya wan hebin bên cezekirin da ku baweriya xelkê me bi dadwerîya sistema Herêma Kurdistanê bê.

–         Em weke PEN a Kurd dubare bang li hêzên Kurd yên siyasî û civakî teva dikin ku ji dîrokê dersan bigirin, ji van êrîşên bêbext dersan bigirin û ji bo yekîtiya neteweyî û hêza hevpar ya parastina Kurdistanê bikevin nava hewildanan.

–         Ji aliyê hemû perçeyên Kurdistanê bi hemû awayî piştgiriya şervanên Kurdan yên hemû rêxistinan bê kirin ku niha di bereyên şer de ji bo me hemuyan singê xwe dane şer.

–         Ji bo hemû şehîdên ku di ber xaka Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da ne jî bejna xwe liber wan diçemînîn.

 

   Komîteya Birêvebir a Giştî ya

   Navenda PEN a Kurd

   15/8/2014

dîtin: 198

Pêveker:

daxuyaniya pen a kurd li ser rewşa kurdên Êzîdî xwedî li Êzîdiya derkevin