• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Daxwazvanên herî zêde yê RICKY MARTÎN Amedî ne

Daxwazvanên herî zêde yê RICKY MARTÎN Amedî ne


barkirin: Nîsan 18, 2014, 9:33


Sitranbêjê navar yê ji Porto Riko yê Ricky Martîn di malpera xwe ya fermî de pirs kir û got – Ez li kuderê konsert bidim?- Di vê pirsenameyê de bajarê Kurdistanê Amed kete pêşya hemî bajarên cîhanê de.
Ricky Martîn dixwaze rêzekonsertan çêbike û navê – Around The World- li van konseran kiriye. Ji bo pêkanîna van konsertan jî di malpera xwe de ji hezkiriyên xwe pirsî bê ka li kuderê konsertan lidar bixe. Di vê pirsenameyê de hetanî neha 20 hezar kesî dengê xwe dane û xwestekên xwe diyar kirine. Amed demekê derkete pêşya hemî bajarê cîhanê. Bi xêra torbendên civakî daxwazî ji Amediyan zêde bûn û serlêdan çêbûn. Ev dengdan hetanî 28 ê nîsanê dê berdewam bike.

ricky_martin-dengdan

 

Rewanbej

dîtin: 508

Pêveker:

daxwazvanên herî zêde ricky martÎn amedî ne