• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dê 1’ê Mijdarê gelê Wanê ji bo Kobanê bimeşin

Dê 1’ê Mijdarê gelê Wanê ji bo Kobanê bimeşin


barkirin: Rezber 29, 2014, 5:50


Rexistina HDP û BDP’ê ya Wan’ê banga tevlibûna çalakî û şahiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li tavahiya welatiyên Wanê kir.

Rêxistinên HDP û BDP’ê ya Wanê banga tevlibûna çalakî û şahiyên 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li hemwelatiyên Wan’ê kirin. Ji bo bangawaziya 1’ê Mijdarê li avahiya DBP’ê ya Wanê civîna çapemenîyê hate lidarxistin. Rêveberên rexistina DBP û HDP û hevşarederan Artemêtan û Îpekyolu tevlî daxuyaniyê bûn. Daxûyanî ji aliyê Serokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Harun Okay ve hate xwendin.Harun diyar kir ku, ew jî dê di çarçoveya çalakiya kurevî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê û 1’ê Mijdarê Roja Kobanê li qadan bin.

Harun banga tevlibûne kir û wiha got; “1’ê Mijdarê roja şemiyê saet di 13.00’an de em dê li ber Hala Sebze bên cem hev û pişt re heye Parqa Feqiyê Teyran bimeşîn. Divê hemû welatiyên Wanê bi yêk dengî tevlî meşa Kobanê bibin.”

dîtin: 274

Pêveker:

1