• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dê xelata Nelly Sachsê bidin nivîskar Bextiyar Elî

Dê xelata Nelly Sachsê bidin nivîskar Bextiyar Elî


barkirin: Êlûn 9, 2017, 1:09


Hat diyarkirin ku dê xelata herî baş a Almanyayê ''Nelly Sachs'' bidin nivîskarê kurd Bextiyar Elî.

Komeleya Wêjeyê ya Dortmundê da diyarkirin ku wan îsal nivîskar Bextiyar Elî ji bo xelata wêjeyê ya ''Nelly Sachs'' wekî berendam nîşan dane. Der barê vê mijarê de Komeleya Wêjeyê ya Dortmundê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku dê xeltê bidin nivîskar Bextiyar Elî.

Xelat du salan carekê di rojbûna nivîskarê alman Nelly Sachs de tê dayîn.
Pirtûka Bextiyar Elî ya bi almanî hatî wergerandin a bi navê ''Nara Dawî ya Cîhanê'' layîqê xelata 15 Euro hat dîtin.

Heta niha nivîskarên cîhanê yên wekî Erik From, Milan Kundera, Nadine Gordemir, Elias Canetti, Krista Volf, Daved Grosman, Margret Etud û Nelly Sachs jî layîqê vê xelatê hatine dîtin.

 

 

 

dîtin: 40

Pêveker:

bextiyar elî xelata nelly sachs