• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dem dema xweserî û seferberiyê ye

Dem dema xweserî û seferberiyê ye


nivîskar: Elî Roj
barkirin: Gelawêj 24, 2015, 11:36


AKPê û Erdoxan dixwaze Tirkiya, Kurdistan û rojhilata navîn têxîne nava şerekî û dixwaze desthilatiya xwe li ser heremê bide meşandin. Ev desthilatiya ku Tirkiya ji bona gihiştina wê her tiştî dike û wê bike. Li milekî AKPê û Erdoxan şerekî hovane li ser kurdistanê didine meşandin û li milkî din jî PDKê ew jî mîna AKPê dev ji desthilatiyê bernade û bi derbeyan partiyên başur û gelê başur tehdîd dike.

Ev nêzîkatiyên PDKê û yên AKPê mîna hevin, ji ber ku hem Erdoxan û hem Mesud berezanî jî nexweşê desthilatiyê ne û ji bona parastina vê desthilatiyê çi ji destê wan tê wê bikin. Ji ber ku ji bona wan gel û jiyana gel ne giringe û tucaran na pejirînin ku gel rêveberieyke xwe bi rengekî demukrat derxîne û bi rêveberiyeke hevbeş civak bi rêve bimeşe. Ev hişmendî hem li cem Mesud Berzanî û hem li cem Erdoxan di asteke herî jordeye. Li ser gelê Kurd li zergelê Komkujî pêkhat, lê PDKê ev yek şermezar nekir, ji ber ku PDKê û AKPê bi hevre hemfikirin û heman siyasetê dipejirînin, li bakurê Kurdistanê AKPê gel qetil dike û bi cenazeyê jinên gerîla mîna Ekîn Wan bi rengekî hovane lîstin û di vî warî de tu cudabûn di navbera DAIŞ û AKPê û Erdoxan de tune ye, ji ber ku hişmendiya wan yeke. Ji ber ku avakerê DAIŞê AKPê û Erdoxan e. Ji ber vê yekê îro gelê Kurd li bakurdê Kurdistanê xweserî û rêveberiya xwecihî avadike û ji bona vê yekê li hemû bajarên kurdistanê seferberî hatiye îlankirin û ji heft salî heyanî heftî salî gelê Kurd gund, bajarok û bajarê xwe li hemberî dagirkerî û hovîtiya AKPê û Erdoxan li ber xwe dide.

Ji ber ku AKPê û Erdoxan bi hovîtiya xwe ya ku sînoran nasnake û tişta ter û hişk dişewitîne û ji bona vê hovîtiyê tu pîvan û sînoran nasnake û li pêşiya çavê cîhanê tevahî komkujî, talan wêran û koçberiyê li  Kurdistanê dimeşîne. Ango AKPê û Erdoxan dixwazin vîn û hebûna gelê Kurd bişkînin û nûner û pêşengên gel bavêjin zindanan. Ji ber ku AKPê vîn û hebûna gelê Kurd qebûlnake û dixwaze civakeke bê vîn mîna kerîkî pez li gorî daxwaziyên xwe bimeşîne. Gelê Kurd jî biryara xwe da ku ger AKPê û Erdoxan vîn û hebûna gelê Kurd qebûlnakin, gelê Kurd jî wê tucaran wan qebûlneke û wê ew bi xwe rêveberiya xwe ya xwecihî avabikin û ew êdî dewlet û sasiyên wê nasnakin. Roj roja xweserî û seferberiyê ye, ji bona vê pêwîste gelê Kurd li hemû gund, bajarok û bajarên Kurdistanê bi yek dengî û bi yek vînê li hemerî govîtiya AKPê destê xwe bidin hev.

 

 

dîtin: 251

Pêveker:

dem dema xweserî û seferberiyê ye