• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Dema PKK-PYD kirasên Erdoganîzmê li rikberên xwe dikin

Dema PKK-PYD kirasên Erdoganîzmê li rikberên xwe dikin


nivîskar: Hoşeng Osê
barkirin: Êlûn 21, 2017, 10:22


Bi hezara belge hene ku serokê PKKê birêz Abdullah Öcalan ji sala 1999an û heta niha, bang li dewleta tirk û AKPê dike ku; "Eger pirsa kurd çareser bikin, dê kurd û PKK di xizmeta dewletê de bin", lê dewlet, mixabin bi şêweyekî baş û erênî bersiva Öcalan nedaye. Ev serê 18-19 salan e û Öcalan "tawîzan" dide dewleta tirk û dike hawar, gazî û dibêjê; “Ka werin em pirsa kurd çareser bikin berî PKK ji bin kontrola min derkeve", lê mixabin ne AKPê ne dewlet, bang, hişyarî û sozên Öcalan cidî nagirin! Ev serê 18-19 salan e Öcalan dixwaze PKKê û Kurd û Kurdistanê têxe xizmeta dewleta tirk û dibêje: "Eger Kurdistana Başûr bibe dewlet dê xeterî û metirsiyên mezin li Tirkiye çêbike!" Lê digel vê jî, PKK serokatiya Kurdistana Federe a Iraqê û PKDê bi "sîxurî" û girêdana Tirkiye tawanbar dike!

Serokê PYDê Salih Muslim di tîrmeha 2013an de li ser daxwaza MÎTê serdana Tirkiye kir û bi berpisên îstixbarata Tirkiye re rûnişt û axift, lê ragihandina PYDê, partiyên din yên rojavayê Kurdistanê bi girêdan û sîxuriya Tirkiye tawanbar dike! Heta niha, ne gelê kurd, ne jî dost û hevalên PKK-PYDê dizanin bê di civînên di navbera serokê PYDê û berpirsên MÎTê de çi hatin gotin? Û çima li hev nekirin?

Ji 2009an û heta tîrmeha 2011an PKK û MÎT li Osloyê di nava hevdîtinan de bûn, lê PKK û medya wê Mesud Barzanî bi ajantî û sîxuriya Tirkiye tawanbar dikir.

"PYD ku baskê siyasî yê rêxistina terorê PKKê ye û dixwaze gelê kurd ber bi dahatûyeke nepenî ve bikşîne. Amerîka û Rûsya dibêjin dixwazin li Tirkiye bixin. Û dema armanca xwe pêkbînin dê dest ji alîkarî û piştgiriya kurda berdin. Divê kurd li gel misilmanên li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye ku mafê wan nasdikin tevbigerin. Gereke kurd elfebeya xwe ji tîpên erebî nekin latînî". Ev daxwiyanî a birayê serokê PYDê Salih Muslim, Mustefa Muslim e û di ajansa Anadolê a dewleta tirk de û di roja 10.05.2016an de hatiye belavkirin. Mustefa Muslim ku li Erebîstana Siûdî dima û niha li Tirkiyê ye, serkirdeyekî payebilind yê cemaeta "Uxwan elmuslimîn (birayên misliman)" e û dostê AKPê ye, tenê bese ku mirov navê Mustefa Muslim têxe pencereya lêgerînê ya Google, dê gelek lînkên hevpeyvîn û daxwiyaniyên wî derkevin û were naskirin bê ew kî ye? Û çi ye? Û dost û heval û alîgirê kê ye?

 Dibe ku têkîliyên vî kesî bi rêxistinên radîkal û tundrew re hebin yan tunebin, lê teqez û li gorî daxwiyaniyên wî; dibistan, peymangeh û zankoyên wî yên olî li Kurdistana Bakur hene û heta niha, ne PKKê, ne PYDê, ne Salih Muslim û her wisa ne medya û derûdora PKK-PYDê tiştek derheqê vî camêrî de negotine û tu daxwiyanî dernexistine! Ev tê çi wateyê? Gelo newêrin? Çima PKK-PYDyî dikarin hemû kes û rêxistinan bikin xayîn û "Erdoğancî" û "AKPecî", lê heta niha du gotin di derbarê rewş û rola Mustefa Muslim de negotine!

Lê mirov dikare tiştekî baş di medya û ragihandina PKKê de bibîne û peyda bike, ku rikberên xwe bi girêdan û sîxuriya rejîma Esed û a Xameneyî tawanbar nake, ji ber ku PKK-PYDê bi xwe, xwe kiriye yek ji alavên van herdû rejîman!

Berî çend rojan, hin wêneyên Mîhraç Ural ku yek ji serok-çeteyên rejîma Esed e û bi eslê xwe elewî ye û hemwelatiyê Tirkiyê ye, wêneyên vî kujerî û tawanbarê şer, bi hin kadroyên jin yên PYD-PKKê re di facebookê de belav bûn. Di cih de, dost û alîgirên PKK-PYDê dîn bûn û dest bi gotinên xwe kirin: Ne rast e. Ev wêne fotoshop e, ji bo reşkirina PKK-PYDê, ajanên Tirkiye di nav rikberên rejîma Esed de belav kirine, ev kes Erdoğancî ne... hwd. û alîgirên PKKê çûn bi wêne lîstin û gotin wêneyê rast ev e.

Lê dema vîdeo ya hevdîtinê derket û navên kadroyên jin ku destên xwe xistibûn destê Mîhraç Ural, eşkere bû, wê çaxê derewên dost û alîgirên PKKê derket holê. Û ji bo rûreşiya xwe piçek veşêrên êdî dest bi bihaneyan kirin, mînak: "Mîhraç Ural kurd ne kuştine! Rejîma Esed ji opozisyonên çêtir e". Ne tenê wisa jî, ji bo têkiliyên xwe yên qirêj bi rejîma Esed re rewa bikin, gotin: "Ma Mesûd Barzanî neçû cem Seddam Husên?" Ev aqilmend, jibîr dikin ku çûna Barzanî sala 1991ê a Bexdayê û hevdîtinên bi Seddam re çêkir, ji bo çareserkirina pirsa kurd li Iraqê bû, ne ku çû ji bo bibe xulam û zilamê Seddam! Ya din, Mesud Barzanî bi serê xwe neçû Bexdayê, lê li gel Celal Talabanî û bi biryara hemû partiyên kurd yên Iraqê çûn. Lê PKK, mixabin, li dijî partî û doza Kurdistana Rojhilat, peywendî bi rejîma Îranê re çêkirin û li dijî berjewendî û doza kurdê rojava, PKKê peywendî bi rejîma Hafiz Esed û kurê wî Beşar Esed re çêkirin. Vêca gelî aqilmendên Apocî: "Tir li ku û das li ku?"

Bi kurtî, dema di gengeşiyan de li PKK-PYDê teng dibe, di cih de, kirasê xwe li kes û partiyên din dike!

dîtin: 101

Pêveker:

pkk pyd erdogan hoşeng