• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Demirtaş: Cihê Ocalan dihête guhertin

Demirtaş: Cihê Ocalan dihête guhertin


barkirin: Gelawêj 19, 2013, 9:08


Piştî serdana nehemîn ya şandeya BDP’ê hevserokê giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kiribû ku rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwaze erkê wî stratejîk be. Demirtaş vê carê jî diyar kir ku cihê dihête guhertin.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş doh bi şev bi riya telefonê tevli bernameya rojnameger Bakî Gul ya di Nuçe Tv de tê weşandin bû û der barê hevdîtina digel rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî.

Demîrtaş diyar kir ku rewşa Ocalan ya stratejîk pir girînge û vê tiştê di peyama xwe de jî dibêje. Demîrtaş wiha got: “Birêz Ocalan wek rêberê KCK û Gel, di siyaseta cîhanê de bi bandore. Ji ber vê divê ev rewşa wî li ber çavan bê girtin û rola wî ya stratejîk bê dîtin.

Demîrtaş desntîşan kir ku ligel ku derfetên Ocalan bi sînorin jî rojevê baş dişopîne û der barê pakêta demokrasiyê ya Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan de ya mijarên wekê perwerdehiya ziman, benda hilbijartinê û yên din nirxandin kir û wiha got: “Divê bi rêbazeke tevliker di esasa lihevkirinê de pakêtek bê amadekirin. Ev yek alî nabe. Divê dest pêkê ev bê dîtin. Dibe ku em piştre nirxandineke berfireh bikin û ragihînin. Heta pakêta duyemîn dernekeve holê axaftina me ne raste. Bi awayekî din çareserkirina pirsgirêka kurd ne mumkune. Niha zemîneke nîqaşê hate bidestxistin. Li şûna hikûmete ku berê ji her tiştî re guhê xwe digirt, niha herî kêm hikûmeteke ku amadekariyê dike heye. Dema mirov di vî alî de dinêrin derfetê pêşveçûna pêvajoyê heye. Lê ne aşkerakirina pakê te, bi gumane. Ji bo ev pêvajo pêşde biçe me pêvajoyek da destpêkirin. Divê ev bê dest girtin.”

Demîrtaş bi lêv kir ku di şert û mercên Ocalan de dê guherîn bê kirin û got: “Birêz Ocalan dê bibin cihekî firehtir. Destgirtina stratejîk ya asta birêz Ocalan, girêdayê asta wî ya siyasiye. Li Îmraliyê 5 hevalên wî yên girtî jî hene.

Demîrtaş anî ziman ku agahiya Ocalan ji êrîşên çeteyan a li ser Gelê Rojava heye û got: “Birêz Ocalan rêbaza diyalogê nîşan dide. Divê nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li dijî Rojava biguhere.”

dîtin: 354

Pêveker:

demirtaş cihê ocalan dihête guhertin